Rêzesûcên revandinê li Efrîna dagirkirî berdewam in

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 11 sivîl ji kantona Efrînê ya dagirkirî revandin. Çaranûsa gelekan heta niha li gel xwestina fîdyeyan ji malbatan, ne diyar e.

Rêzesûcên revandinê li Efrîna dagirkirî berdewam in
23 tebax, 2020   09:46
ŞEHBA

Rêzesûcên revandina sivîlan û şantajkirina malbatên wan li Efrîna dagirkirî berdewam in. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi zexta çek û gefan sivîlan direvînin û beramberî serbestberdana wan fîdyeyan ji malbatên wan dixwazin.

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 19`ê Tebaxê de ciwana bi navê Selwa Ehmed Şaşo (14) ji şêniyên gundê Dargirê yê navçeya Mabatayê ji mala wê ya li kolana Vîlat a li bajarê Efrînê, revand.

Çavkaniyekî taybet piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker jina ciwan biriye baregeha xwe ya li gundê Amara yê navçeya Mabatayê û piştî 24 saetan bêyî diyarkirina sedemên girtinê, serbest berda.

Têkildarî heman mijarê, çeteyên Sultan Mihemed El-Fatih şêniyê bi navê Fewzî Neşet Hesen ji şêniyên gundê Gewrika Jorîn ê navçeya Mabata revandiye û biriye cihekî nediyar.

Di 8`ê Tebaxê de istîxbarata dewleta Tirk û polîsên leşkerî yên girêdayî wê, gelek şêniyên gundê Çolaqa yê navçeya Cindirêsê revandin. Navên kesên ku hatine revandin wiha ne; Hisên Abdurehman Osman (68), Izet Mihemed Osman (58), Xelîl Izet Osman (23), Mistefa Elûş (46), Osman Mihemed Reşo (65) û jina bi navê Ferîde Ebdo (35).

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku istîxbarata dewleta Tirk şêniyên gund ên ku revandine, birine navçeya Mabatayê. Heta niha çaranûsa wan nayê zanîn.

Her wiha di 18`ê Tebaxê de istîxbarata dewleta Tirk careke din 2 şênî ji gundê Çolaqa revandin û navên wan wiha ne; Mihemed Nûrî Şêxo (50) û Abdurehman Nûrî Şêxo (45) û çaranûsa wan jî ne diyar e.

Çavkaniyan bi bîr xist ku şêniyê bi navê Rocan Hisên (28) ji gundê Çolaqa ji beriya mehekê ve hatiye revandin û çarenûsa wî ne diyar e.

(şx)

ANHA