Çeteyên dewleta Tirk hêzên hikumetê hedef digirin... kuştî û birîndar hene

Li başûrî Idlibê di topbarana çeteyên dewleta Tirk a li dijî hêzên hikumetê de, bi kêmanî 6 leşker birîndar bûn û hatin kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk hêzên hikumetê hedef digirin... kuştî û birîndar hene
23 tebax, 2020   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku îro çeteyên ‘Odeya Operasyonên Fetih El-Mubîn’ komeke leşkerên hêzên hikumetê bi moşekan li eniya Hezarînê ya başûrê bajarê Idlibê hedef girt û di encamê de bi kêmanî  6 leşker birîndar bûn û hatin kuştin.

Li aliyekî din hêzên hikumetê piştî şeva berê herêmên Fitêra, Kensefra û Filêfil ên bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kiri, lê heta niha tu agahiyên li ser zirarên canî bi dest neketine.

Duh SOHR’ê destnîşan kiribû ku hêzên hikumetê herêmên Fitêra, Kensefra, Sefohin, Bara, Bênîn, Ruweyha û Dêrsinbul ên gundewarên başûrê Idlibê bi moşakan topbaran kirin, di heman demê de jî balafirên keşfê li asîmanê Idlib û bejahiyên rojavayê Helebê digerîn.

(sm)