Bedran Hemo: Berxwedana Heftanînê wê bi yekitiya netewî tacîdar bibe

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo got: “Tevî zehmetî û êrişan, gav ber bi pêkanîna yekitiya Kurdî ve tên avêtin. Em hêvî dikin ku hemû alî ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bixebitin û destekê bidin berxwedana Heftanînê. Berxwendana Heftanînê wê bi pêkhatina yekitiya netewî tacîdar bibe.”

Bedran Hemo: Berxwedana Heftanînê wê bi yekitiya netewî tacîdar bibe
23 tebax, 2020   05:53
HELEB- MIHEMED EBDO

25 partî û tevgerên siyasî yên Kurd ên Rojava bi armanca pêkanîna yekitiya netewî ya kurdî di bin navê "Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd" de sîwaneke siyasî ava kirin. 7 kes wekî endamanên komîteya dan û standinên bi hêzên Kurdî re hatin hilbijartin.

Li ser mijarê û êrişên li ser parçeyên Kurdistanê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemo got: “Em di vê demê de girîngiyê didin avakirina yekitiya kurdî ku hêviya gelê Kurd e.”

Hemo di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku niha karê wan ê esasî pêkanîna yekitiya netewî ya kurdî ye, ku derbasî qonaxa duyemîn bûye. Hemo got: “Tê xwestin ku hemû aliyên kurdî gavan ber bi pêşketineke siyasî ve bavêjin.”

Hemo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tişt li ser hêviyên gelê Kurd ava bû û erkê meye ku em gavan ber bi pêkanîna yekitiyê ve bavêjin. Em Partiya Yekitiya Demokratîk armanca me daxwazên gel ên pêkanîna yekitiya netewî pêk bînin, e."

Derbarê astengiyên ku li pêşiya pêkanîna yekitiyê derdikevin de, Hemo destnîşan kir: "Her ku em gavên cidî ji bo pêkanîna van hêviyan davêjin, em dibînin ku dijminê gelê me planan dikin da ku nehêlin xebatên hevpar pêk werin. Li ser vê yekê hemû hewldanan dike da ku hewldanên xebata hevkar a gelê Kurd têk bibe."

Bedran Hemo da zanîn ku dan û standinên di navbera Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de dikeve xizmeta gelemperiya gelê Kurd û dihêle ku helwesta siyasî û leşkerî  ya doza kurdî xurt bibe.

'HEFTANÎN WÊ BI SERBIKEVE'

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê de, Bedran Hemo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe yên li ser xaka Kurdistanê bi taybet herêma Heftanînê zêde kir û wiha domand: "Armanc ew e, bi pêkanîna şerê taybet destkefityên dan û standinên yekitiyê derbe bike û Partiya Karkerên Kurdistanê teşhîr bike, lê ev nayê qebûlkirin."

Hemo bal kişand ku armanca êrişên li ser herêma Heftanînê ya Kurdistanê bedena yekitiya niştimanî ya Kurdî ji hev bixe, lê gelê herêmê êdî siyasetên dewleta Tirk ên qirkirin û asîmîlekirinê têgihiştine, ev yek hevgirtina hemû aliyan xurt dike.

Bedran Hemo diyar kir ku berxwedana Heftanînê wê biserkeftinê tacîdar bibe û yekitiya kurdî pêk were. Her wiha got: "Erdogan ê ku wekî kesayeta Spanî Don Quixote tê wesifandin destwerdanê li kar û barên gelek dewletên herêmî û erebî çi Lîbya be, yan Sûriyê ya Yemenê be, difikirine ku kesekî nine bersiva wî bide."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo di dawiya axaftina xwe de got: “Nîşaneyên avabûna yekitiyê di navbera hemû aliyan de hene, ji ber ziman yek e, çand yek, dîrok û çarenûsa wan yek e. Ji bo vê jî dê yekitî pêk were.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aFvI-EGhtt0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>