Li Tirbespiyê saziyeke madeyên xwarinê hat vekirin

Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hember aloziya aborî de, Desteya Aborî û Çandiniyê saziyeke madeyên xwarinê  li navçeya Tirbespiyê vekir.

Li Tirbespiyê saziyeke madeyên xwarinê hat vekirin
23 tebax, 2020   08:09
QAMIŞLO

Desteya Aborî û Çandiniyê  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna hevserokê desteyê Silêman Barûdo û Meclisa Malbatên Şehîdan saziyeke madeyên xwarinê bi navê Newroz li navçeya Tirbespiyê vekir.

Di vê saziyê de hemû madeyên xwarinê, madeyên paqijiyê û pêdiviyên malan hene.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Silêman Barûdo daxuyand ku vekirina vê saziyê yek ji biryarên Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û armanc jê ew e ku zehmetiya aloziya aborî li ser herêmê kêm bike. 

Barûdo piştrast kir ku dê made bi buhayên guncaw bên firotin, alîkariya şêniyan bikin, hemû pêdiviyên malan peyda bikin û dê rê li pêş keyzbaziya bazirganan bigirin.

Silêman Barûdo diyar kir ku Qanûna Qeyser bandoreke neyînî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber ku Rêveberiya Xweser parçeyekk ji Sûriyê ye û bi lîreyê Sûriyê kar dike. Barûdo da zanîn ku wan di heman demê de li herêmên  Tebqa, Reqayê, Hesekê û Amûdê navendên din vekirine û dê li bajar û navçeyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî navendan vekin.

ANHA

<iframe width="560" height="314" src="https://www.youtube.com/embed/QkG9MCkOcWY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>