Kesên belgeya wan a mayîna Iraq û û Ewropayê  heye ji sibê ve dikarin derbasî Başûr bibin

Rêveberiya dergeha Sêmalka ragihand ku kesên ku belgeya wan a mayînê li Iraq û Ewropayê heye û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne dikarin ji sibê (yekşemê) de derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Kesên belgeya wan a mayîna Iraq û û Ewropayê  heye ji sibê ve dikarin derbasî Başûr bibin
22 tebax, 2020   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro rêveberiya dergeha Sêmalka li ser rûpela xwe ya fermî li ser facebookê wiha ragihand: "Ji sibê de kesên ku belgeya wan a mayînê Iraqê heye dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê (Silêmaniyê, Dihok, Hewlêr) bibin.

Rêveberiya bi bîr xist ku rojane tenê 100 kesên ku li Dihokê bi cih dibin, her wiha welatiyên Ewropayê dikarin derbas bibin.

Li gorî biryara dergeha Pîşxabûr a Başûrê Kurdistanê, tevgera çûn û hatinê ji dergeha Sêmalka ji 4`ê Tebaxê ve hatibû raswestandin.