​​​​​​​Li herêmên hikumeta Sûriyê 70 kesên din bi vîrusê ketin û 2 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku li Sûriyê 70 kesên din bi Koronavîrusê ketin û 2 jî mirin.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Sûriyê 70 kesên din bi vîrusê ketin û 2 jî mirin
22 tebax, 2020   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê got, 70 kesên din bi şewba Koronavîrusê ketin, li gorî wezaretê hejmara pêketiyên koronavîrusê gihaşt 2 hezar û 143'an.

Her wiha ragihand ku 2 nexweşên din ên vîrusê jiyana xwe ji dest dan, bi vê yekê hejmara kesên ji ber vîrsusê jiyana xwe ji dest dan bû 85'an.