​​​​​​​Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Alaa Selama spartin axê

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervana Meclisa Leşkerî ya Minbicê Alaa Selama (Ceylan Cûdî) ku dema erka xwe pêk dianî şehîd bû, li goristana Şehîdan a başûrê bajarê Minbicê veşartin.

22 tebax, 2020   19:03
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi karwanekî ji pêşiya nexweşxaneya Furat a bajarê Minbicê ber bi goristana Şehîdan a başûrê bajarê Minbicê  bi rê ketin. Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û wêneyên şehîd Alaa rakirin.

Li goristanê merasîmê bi toraneke leşkerî ji aliyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Mibicê ve dest pê kir û deqeyekê rêz hate girtin. Piştre endama Meclisa Leşkerî ya Minbicê Werde El-Ehmed banga dilsoziya bi şehîdan re û şopandina rêya wan kir û got: "Divê destkeftiyên şehîdan bên parastin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed axivî û got: "Bi saya fedekariyên şehîdan îro em jiyaneke azad û bi rûmet dijîn."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê serokê Komîteya Kar û Barên Olî ya Minbicê Elî El-Cemîlî jî axivî: "Ji bo azadî, jiyana bi rûmet, jiyana hevbeş û jiyaneke demokratîk, şehîdan xwe feda kir."

Endama Meclisa Jinan Rîm Derwîş jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û kiryarên li dijî jinan pêk tên şermezar kir.

Her wiha birayê şehîd Alaa Mihemed Selama jî li ser navê malbatê wiha axivî: "Em bi şehadeta xwişka xwe Ceylan serbilind in. Ew niha ne tenê keça malbatekê ye, ew keça gel e."

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.

(cx)

ANHA