Li Minbicê têkildarî beşdarbûna jinan di qada siyasî de komxebatek pêk hat

Di çarçoveya çalakiyên Nivîsgeha Jinan a MSD`ê de, di koordîneya bi Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên wê re, komxebateke bi sernavê (beşdarbûna siyasî ya jinan) hate lidarxistin.

Li Minbicê têkildarî beşdarbûna jinan di qada siyasî de komxebatek pêk hat
Li Minbicê têkildarî beşdarbûna jinan di qada siyasî de komxebatek pêk hat
Li Minbicê têkildarî beşdarbûna jinan di qada siyasî de komxebatek pêk hat
Li Minbicê têkildarî beşdarbûna jinan di qada siyasî de komxebatek pêk hat
Li Minbicê têkildarî beşdarbûna jinan di qada siyasî de komxebatek pêk hat
Li Minbicê têkildarî beşdarbûna jinan di qada siyasî de komxebatek pêk hat
22 tebax, 2020   16:49
MINBIC

Nûnerên Nivîsgeha Jinan, nûnerên partiyên siyasî, sazî û komîteyên jinan beşdarî komxebatê bûn. Komxebat li hola civînan Meclisa Jinan a li dar ket û armanc jê aktîvkirina rola siyasî ya jinan û şîrovekirina astengiyên li pêşiya wan e.

Yek ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokartîk Îlham Omer behsa rewşa jinan a di serdema sîstemên desthilatdar de  kir û wiha got: "Hêzên ku welat bi rêve dibirin, jin ji qada siyasetê dûr xistibûn. Beşdarbûna jinan di siyasetê de dê wekheviya di navbera hemû welatiyan de pêk bîne, ku wekhevî faktorên herî girîng ên çalakiya demokratîk e."

Îlham Omer wiha dewam kir: "Beşdarbûn tê wateya pejrandina mafên wek hev ên koman û kesan di birêvebirina kar û barên xwe û diyarkirina çarenûsa xwe de."

Îlham Omer destnîşan kir ku beşdarbûna siyasî jî tê wateya beşdarbûna di dayîna biryaran û rêveberiyê de. Her wiha diyar kir ku ew kiryarekî yekser an yekser e ku tê de kesayet rola xwe  di jiyana siyasî ya civaka xwe de dilîze da ku beşdarî girtina biryaran bibe.

Girêdayî mijarên nêrînên jinên beşdarî komxebatê bûne hatin girtin.

Komxebat bi van xalan bi dawî bû:

Divê jin di perwerdeyên fikrî siyasî re derbas bibin, divê di aliyê siyasî de aktîvtir bin û rola xwe ya dîrokî nas bikin, divê jin di civakê de çalaktir bin, divê her jineke bigihîne wê astê ku karibe di akademiyan de waneyan bide, divê qanûna rewşên şexsî bê guhertin û qanûnên taybet bi jinan bên dayîn. Her wiha di vê kevneşopiyên ku mafên jinan li gorî wan tên xwarin ji holê rabin û zihniyeta civakê bê guhertin.

(cx)

ANHA