Xwepêşandanên xelkê Serêkaniyê yên li dijî dagirekran didomin

Ev çend roj in bê navber xelkên bajarê Serêkaniyê ya dagirkerî li dijî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanan li dar dixin.

Xwepêşandanên xelkê Serêkaniyê yên li dijî dagirekran didomin
Xwepêşandanên xelkê Serêkaniyê yên li dijî dagirekran didomin
Xwepêşandanên xelkê Serêkaniyê yên li dijî dagirekran didomin
22 tebax, 2020   19:07
HESEKÊ –DIYAR EHMED

Ji dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê di dawiya sala derbasbûyî de dagirkiriye, dest bi planên xwe yên guhertina demografyaya herêmê, ferzkirina zimanê Tirkî, guhertina saziyan kir. Her wiha deriyê sînor ê di navbera Serêkaniyê ya Sûriyê û Ceylan Pinar ê Tirkiyê de vekir.

Destpêka Nîsanê, Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta bazirganiyê û bi rêya çeteyên xwe yên "Meclisa herêmî ya bajarê Serêkaniyê" bi rêve dibin, deriyê sînor vekir. Dagirekran piştî ku gelek malên sivîlan xirab kirine derî vekirin.

Bi ragihandina vekirina deriyê sînor ve, serçeteyê koma "El-Hemzat" a girêdayî artêşa Tirk a dagirker, xizmekî xwe wekî rêveberiyê derî wezîfedar kir. Ev yek rastî nerazîbûna gel hat.

Li ser vê yekê şêniyên Serêkaniyê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xistin û xwestin ku endamên "meclisa herêmî" yên girêdayê Tirkiyê werin guhertin. Her wiha xwestin ku komên çete ji Serêkaniyê werin derxistin.

E.E ê ji bajarê Serêkaniyê nexwest navê xwe eşkere bike ji ANHA'yê axivî û got, piştî şêniyên biryara wezîfekarkirina fermandar xizmekî xwe ji bo rêvebirina deriyê sînor, çeteyên El-Hemzat li deriyê sînor belav bûn.

E.E diyar kir ku çeteyên El-Hemzat, sivîlan neçar dike ku dikanên xwe bigirin û bi çekê bersiva xwepêşanderan didin.

ANHA