Li Başûr zexta li ser çapemeniyê zêde dibe, 33 rojnameger û çalakvan hatine binçavkirin

Asayîşa PDK’ê di rojên dawî de bi ser mala rojnamegerên Dihokê de digre û wana binçav dike. Heya niha 33 çalakvanên civaka sivîl û rojnameger li Dihokê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin.

Li Başûr zexta li ser çapemeniyê zêde dibe, 33 rojnameger û çalakvan hatine binçavkirin
22 tebax, 2020   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava 2 mehên dawî de asayîşa PDK’ê bi dehan rojnameger û çalakvanên civaka sivîl binçav kirine. Hinek ji wan nêzî 2 mehe bê ku werin dadgeh kirin, di zindana Dihokê de têne ragirtin.

Bi taybet bi nerazîbûna xelkê ya li dijî rewşa aborî, xizmeguzarî û paşxistina mûçe re binçavkirin û gefên li dijî rojnameger û çalakvanên Dihokê jî zêde bûye. PDK’ê ji bo bêdengkirina dengê azad zêdetirî 2 mehane pêngavek binçavkirinê dijî rojnameger û çalakvanan daye destpêkirin.

PDK’ê di heman çarçoveyê de di 27’ê Hezîrana 2020’an de rojnameger Qehreman Şukrî binçav kir. Şukrî hîn jî di zindanê deye.

Di rojên dawî de jî PDK kesên dijî dagirkeriya dewleta Tirk û qeyrana heyî derdikevin, yekser binçav dike. Ji bilî vê gelek şofêrên ku bertek nîşa hikumetê dan, li Zaxo hatin binçavkirin.

Navê kesên di 2 mehên dawî de ji aliyê asayîşa Dihokê ve hatine binçavkirin wiha ne:

Qehreman Şukrî- Rojnamger- Şêladizê

Bedel Berwarî- Mamosta- Navenda Dihokê

Umêd Beroşkî- Rojnameger- Navenda Dihokê

Dîfa Herkî- Rojnameger- Akrê

Qeydar Zêbarî- Rojnameger- Akrê

Sebah Doskî- mamosta- Amêdî

Ehmed Zaxoyî- Çalakvan- Zaxo

Faruq Umer- Çalakvan- Zaxo

Emced Selîm- welatî- Amêdî

Cibraîl Rêkanî- welatî- Amêdî

Mêhvan Mecîd- Rojnamger- Zaxo

Kemal Remzî- Rojnameger- Zaxo

Musa Xazî- çalakvan- Şêladizî (PDK’ê Musa Xazî radestî MÎT’a Tirk kir)

Cangîr Sindî- Çalakvan- Zaxo

Ebdula Osman- welatî- Zaxo

18 Şofêrên Zaxo jî di xwepêşandana dawî ya li Zaxoyê de hatine binçavkirin.

Ji bilî van rojnameger û çalakvanên civaka sivîl, gelek kesên din hatibûn binçavkirin lê piştî demekê hatin berdan.