Li Finlandayê, berxwedana gerîlayan li Heftenînê hate silavkirin

Kurdistaniyên li bajarê Helsinkî yê Finlandayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.  Di çalakiyê de, berxwedana gerîlayan li Heftenînê hate silavkirin.

Li Finlandayê, berxwedana gerîlayan li Heftenînê hate silavkirin
22 tebax, 2020   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çalakiyê de, daxuyanî bi zimanê Inglîzî, Fînî û Kurdî hate dayîn. Di daxuyaniyê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

Her wiha nûnerê Tevgera Goran axivî û helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Piştre axaftinê, gel bi mûzîk û dirûşmeyan, berxwedana gerîlayan li Heftenînê silav kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedaniyê anîn ziman.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uewCS14ao2A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>