​​​​​​​Rêxistinên hiqûqî û sivîl ji ber qutkirina avê li ser Hesekê bang kirin

Rêxistinên hiqûqî û saziyên civaka sivîl qutkirina ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got, li gorî qanûnên navdewletî qutkirina avê sûcekî şer e.

​​​​​​​Rêxistinên hiqûqî û sivîl ji ber qutkirina avê li ser Hesekê bang kirin
22 tebax, 2020   14:46
QAMIŞLO

Artêşa dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 22 roj in ava stasyona Elok li ser şêniyên bajarê Hesekê qut kiriye. Şênî di peydakirina ava vexwarinê de zehmetiyên mezin dikişînin.

Li ser vê mijarê gelek rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke dane û bang li civaka navnetewî kir ku bi lez destwerdanê bike û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike bila bi lez avê bide.

Daxuyanî wiha ye:

"Banga lezgîn ji bo Neteweyên Yekbûyî têkildarî qutkirina ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê ya Sûriyê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê;

Di kêmtirî salekê de û ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên Sûriyên yên girêdayî wê êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gundên wan kirine de, ev cara 8`emîn e ku ava vexwarinê ji stasyona Elokê ya girêdayî Serêkaniyê qut dike. Ev bîr wekî çavaniya sereke û tekane ya ava vexwarinê ya zêdetirî milyon welatiyên bajarê Hesekê , navçeya Til Temirê, Şedadê, gundewarên wan û kampên; Kampa Waşûkanî ku tê de 11 hezar û 900 koçber hene, Kampa Holê ku 73 hezar koçber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, Kampa Erîşe ku 12 hezar û 800 kes tê de ne û 72 navendên bicihbûna koçberan li bajarê Hesekê ku zêdetirî 12 hezar koçber lê dimîne, ye.

Her wiha li gel zêdebûna nexweşên (covid-19) li herêmê ku binesazî, kadroyên tenduristiyê, pêdiviyên tenduristiyê, nexweşxane û navendên tenduristiyê jî lê kêm in. Her wiha dorpêça li ser herêmê bi rêya girtina dergeha El-Welîd a sînorî ya rewa û tekane bi Iraqê re, dewam dike ku tê re alîkariyên mirovî ji şêniyên herêmê re dihatin şandin. Li kêleka wê yekê, pileya germahiyê ya bilind li herêmê ku wekî pileya herî bilind li ser astê cîhanê hate qeydkirin û li gel bêdengiya Koalîsyoana Navnetewî û Rûsyayê, îşaretê bi keraseteke mirovî dike.

Wekî hemû aloziyan, aloziya tunebûna avê barê welatiyan zêdetir kir û hişt ku piraniya welatiyan bi taybetî yên karmend û yên çavkaniya pereyên wan sînordar e, ji bo peydakirina avê deyn bike yan jî tiştên malê bifiroşin.

Em rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê – Sûriyê, gelek rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl û hemû rêxistinên hiqûqî û qanûnî yên ku beşdarî vê daxuyaniyê bûne, ev kiryarê sûc ê dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê yên ku ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê qut kirine bi zimanekî tund şermezar dikin. Li gorî peymana Cinêv û sîstema Roma ya dadgeha cinayetan a navneteweyî ev kiryar dighêje asta sûcên şer û qirkirina komî. Ev kirin ne qûnîn ye, gereke  berpirsên wê li gorî qanûnên navdewletî derketin pêşberî dadgehê. Her wiha ev kiryarên der mirovî ji bo pêkanîna destkeftiyên siyasî û leşkerî pêk hatin bêyî ku pêwîstiya mirovî ya şêniyên ji avê di ber çavan re were derbaskirin. Li ser vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî, hemû rêxistinên navdewletî, mirovî, alîkarî, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ û Rûsyaya garantor dikin ku mudaxele bikin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku bi lez avê bide şêniyan. Divê hewcedariya şêniyan a ji avê û tîbûna wan wekî çek neyê bikaranîn. Her wiha divê çareseriyeke alternative û dayîn ji stasyona Elok re were dîtin da ku şênî nebin dîlên van kiryarên bê berpirs ên dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên Sûriyê yên hevkarên wê."

Rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine ev in:  Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Însyatîfa Parastina Hiqûq-Sûriyê, Komîteya Mafên Mirovan a Reqayê, Navenda Aştî û Civaka Sivîl a Hesekê, Rêxistina Sened, Komeleya Bukra Ehla ya Alîkarî û Geşkirinê ya Hesekê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, Tora Rêveberên Aştiyê ya Jinan, Navenda Smart, Komeleya Comerd a Xêrxwaziyê, Rêxistina Rojava ya Alîkar û Geşkirinê, Rêxistina IPV, Rêxistina Mezopotamiya ya Geşkirin û Lêkolînan, Komeleya Şîlan, Rêxistina Doz, Weqfeya Jina Azad a Sûriyê, Saziya Jiyan a Mafên Mirovan, Komeleya Şawişka, Navenda Aydo ya Civaka Sivîl û Demokratîk, Rêxistina Şems a Geşkirinê, Meclisa Jinana a Sûriyê, Komeleya Cûdî ya Geşkirin û Alîkariyê, Mala Êzidiyan a Cizîrê, Rêxistina NLP û Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan.

ANHA