Hook: Amerîka li benda destûra kesî namîne ku cezayan li ser Îranê feriz bike

Nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo yê  Amerîkyayê Brian Hook  anî ziman ku ne hewce ye ku Washington  destûrê ji kesî bistîne da ku cezayan li ser Îranê aktîf bike.

Hook: Amerîka li benda destûra kesî namîne ku cezayan li ser Îranê feriz bike
22 tebax, 2020   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hook diyar kir ku Îran pabandiyên xwe yên peymana nûkleerî binpê dike û destnîşan kir ku şert û mercên Sinap Back yên cezakirina Îranê amade ne.

Hook axaftina xwe wiha domand:" Meclisa Ewlekariyê berpirsê dirêjkirina biryara qedexekirina şandina çekan ji bo Îranê ye." Hook piştrast kir ku Meclisa Ewlekariyê dê ferzkirina cezayan li îranê di mehekê de careke din pêk bîne.

Her wiha Hook  Parîs û Lundunê û Bekînê  tewanbar kir ku wan erkên xwe têkildarî cezayên li ser Îranê pêk neanîne.