Rojeva rojnameyên erebî – 22 Tebaxê

Rojnameyên erebî yên îro behsa lihevkirina aliyên lîbyayî li ser agirbestê, destpêkirina lihevkirina siyasî û fişarê Amerîka li ser Îranê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 22 Tebaxê
22 tebax, 2020   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: LIHEVKIRINA LÎBYAYÎ XELATKIRINA QAHÎRA Û DERBEKIRINA ENQEREYÊ YE

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Lihevkirina di parlamentoya Lîbya û meclisa hevserokatiya hikumeta Wîfaqê ya agirbestê û vegera rêveçûna siyasyî ya ber bi rêxistinkirina hilbijartinên parlamanto û serokatiyê ve di bihara bê de, projeya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan têk bir. Li gel wê jî her du aliyan banga derketina hêzên biyanî û çeteyan ji welat kir, her wiha divê di Serte û Cefrayê de hêzên polîsên ji tevahî herêmên welat tê de hebin."

Li gorî daxuyaniya her du aliyên binakok, dê bi agirbestê re derxistina petrolê li sûkên derve jî pêk bê. Lê dahatûyên petrolê divê têkevin banka Lîbyayê ya derve û bê cemidandin heta ku çareyeke siyasî pêk tê. Dê ev jî rêya piştevaniya madî ji milîsên derveyî qanûn, komên çete û terorîstan re bigire.

ŞER EL-EWSET: AMERÎKA"GULEYA RIHMÊ" AVÊT PEYMANA NUKLEERÊ YA ÎRANÊ

Der barê Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "DYA’yê "guleya rihmê" avêt peymana nukleerê ya Îranê, her wiha li gorî biryara 2231 bi fermî dest bi aktîfkirina makanîzmeya" Snapback " ya vegera ferzkirina cezayên navneteweyî yên otomatîk kir. Vê yekê di Meclisa Ewlekariyê de piştî redkirina aliyan a beşdarbûna peymana nukleerê, dabeşbûneke çêkir."

(fr)