Perwerdeya hevbeş a hêzên leşkerî yên Yewnanistanê û Îmaratê dê werin destpêkirin

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku dewleta Îmaretê dê balafirên F-16 bişîne Yewnanistanê û li wir dê beşdarî perwerdeyên leşkerî yên bi hêzên asmanî yên Yewnanistanê bibin.

Perwerdeya hevbeş a hêzên leşkerî yên Yewnanistanê û Îmaratê dê werin destpêkirin
22 tebax, 2020   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ya Yewnanistanê diyar kir ku tê payîn ku Îmarat û Yewnansitanê di  hefteya bê de dest bi perwerdeyên hevbeş ên asmanî bikin û Îmaratê balafirên"F16" bişîne Yewnansitanê.

Çavkanî beyî ku navê xwe ji ajansa France Press re diyar bike daxuyand ku balafirên Îmaratê dê ji bo baregeheke li gireva Creteyê werin şandin.

Heman çavkanî piştrast kir ku ev perwerde di çarçoveya hevkariya di navbera wezareta parastinê û wezareta karê derve ya her du wetan de pêk hatiye. Têkildarî daneyên berfireh çavkanî tiştekî din eşkere nekir û da zanîn ku li ser asta aborî hevkariyeke her du welatan heye.

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias duh bi tiwttekê ragihand ku bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îmaretê Şêx Abdullah Bin Zaîd Al Nehyan re der barê hevkariyên dualî, rewşa rojhilatê deryaya Spî û pirsgirêkên herêmî de axivî ye.

Piştî dewleta Tirk li deryaya Spî dest bi hemleya lêgerîna li gazê kir di hefteyên dawîn de careke din li herêma rojhilatê deryaya Spî alozî derket.

(eh)