Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera quta şêniyan e

Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera qûta şêniyên gundên çiyayê ye. Ev kevir li parêzgehên Sûriyê tê frotin. Lê dorpêça ku hikumeta Sûriyê li herêmê ferz kiriye û topbarana artêşa Tirk a dagirker, zehmtiyan ji şêniyan re çêdikin.

Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera quta şêniyan e
Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera quta şêniyan e
Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera quta şêniyan e
Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera quta şêniyan e
Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera quta şêniyan e
Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera quta şêniyan e
22 tebax, 2020   05:38
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-XANDÎ ELO

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir û di Adara 2018`an de dagir kir, şeş gundên girêdayî navçeya Şêrawayê; Başemra, gundê Mezin, Kolîte, Birc Qas, Miyase û Zirnaiyete di navbera dorpêça artêşa Tirk a dagirker ji aliyê rojava ve û hikumeta Sûriyê ji aliyê rojhilat ve man.

Gundên navçeya Şêrawa ji gundên Efrînê yên dagirkirî û herêmên din ên Sûriyê cuda ne. ji ber ku li ser rêzeçiyayê Lêlûn in. Malên wan gundan bi kevirên xam ên ku bi destan hatine qutkirin hatine avakirin.

DERXISTINA KEVIR JÊDERA QUTA ŞÊNIYAN E

Şêniyên wan gundan bi derxistina keviran û xwedîkirina sewalan debara xwe peyda dikin. Keviran ji çiyê der dixin, piştre di kargehekê de li gorî pîvan û teşeyên ku bazirgan dixwazin tên qutkirin.

Ev kevir di avakirin û pêçana malan de tên bikaranîn. Kesên di vê pîşeyê de kar dikin, rûyê keviran bi dest an jî bi amûrên taybet neqş dikin.

Bihaya metreyeke kevir piştî ku hate derxistin li gorî kalîteyê bi 6 hezar lîreyên Sûriyê tê frotin. Hin caran veguhestin wê bi amûrên mezin digihêje 300 hezar lîreyên Sûriyê.

Apê Silêman Hisên ji şêniyên gundê Mezin e, xwediyê werşeya qutkirina kevir e dibêje: “Ji 13 saliya xwe ve ez vê karî dikim. Min ev pîşe ji bav û xizmên xwe ji derdora 50 salî ve girt.”

Apê Hisên wiha domand: “Piştî ku ez fêrî vê pîşeyê bûm, bi derfetên heyî min tireksek biçûk ji xwe re kirî. Bi rêya wê min kevir ji çiyê dibir kargehên qutkirina keviran. Ciwanên gund jî bi me re kar kirin.”

Apê Hisê piştrast kir ku axa gundên navçeya Şêrawa û gundên çiyayî ji çandiniyê re ne guncew e. Piraniya şêniyên wê debara xwe bi pîşeya kevir û xwedîkirina sewalan peyda dikin.

HIKUMETA SÛRIYÊ Û ÇETEYÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER DIBIN SEDEMA ZEHMETIYAN

Şêniyên gundên Şêrawa di çêkirina kevir û veguhestina wê de ji parêzgehên Sûriyê re gelek zehmetiyan dikişînin. Sedem jî bendên kontrolê yên hikumeta Sûriyê yên di navbera parêzgehan de ku baçên li barên kevir dibirin ên ku hin caran digihêjin 100 hezar lîreyên Sûriyê. Her wiha topbarana hema bêje rojane ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve karê wan dijwartir dike.

Têkildarî zehmetiyên ku kesên di derxistina keviran de dikişînin, apê Silêman Hisên got: “Gundên me di navbera dorpêça hikumeta Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker de mane. Hikumeta Sûriyê baçan li ser erebeyên veguhestina keviran ferz dike û artêşa Tirk a dagirker êrişî me dike.”

Karkerê bi navê Hemo Hisên (55) ji şêniyên gund Birc Qas e dibêje: “Ez di derxistina keviran, avakirin û pêçana malan de kar dikim. Ev pîşeya min e.”

Hemo wiha domand: “Ji 35 salan ve ez di vê pîşeyê de kar dikin. Ev pîşe jêdera quta min û gundên derdorê ye.”

Hemo destnîşan kir ku wan jiyana xwe li çiyayê Lêlûn di nava keviran de borandiye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wFRJykjUzhU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>