​​​​​​​'Divê em hişyar bikn û ji hêzên ewlekariyê re bibin destek'

Şêniyên bajarê Kobanê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide li seranserî herêmê toreke istîxbaratê ava dike. Divê em hişyar bin û ji hêzên ewlekariyê re bibin destek."

​​​​​​​'Divê em hişyar bikn û ji hêzên ewlekariyê re bibin destek'
22 tebax, 2020   03:25
KOBANÊ

Di demên dawî de derket holê ku istîxbarata dewleta Tirk a dagiker hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê toreke istîxbaratê ava bike. Hêzên ewlekariyê hin ciwanên ku Tirkiyê ew ji bo berjewendiyên xwe li herêmên kiribûn ajan girtin. Di mikurhatinên wan de ev yek hate piştrastkirin.

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide ciwan bike leşker da ku toreke istîxbaratê ava bike û wan ciwnan bixe xizmeta dijminê gelê Kurd. Şêniyan gotin: "Divê em li hemberî van planan bisekinin."

Şêniyê bi navê Mihemed Hemo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker a avakirina tora istîxbaratê diyar e û got: "Divên çavê me ji bo ewlehiya welatê me vekirî bin. Hemû cûre istîxbaratên wan li her derverê hene û hewl didin bi hemû rê û rêbazan fitneyê biafirînin, ewlehî û aramiyî xira bikin û gel tune bikin."

Mihemed Hemo her wiha da zanîn ku "Rêya tekane ya li hemberî van hewldanan hevgirtin e. Bi hevgirtinê em ê bighêjin encamek baş ku hemû cûre ajan ne tenê yên agahiyan didin dijmin, di heman demê de yên ku hewl didin fitneyê di navbera Rêveberiya Xweser û gel de derxînin, tune bikin."

Hemo bang li şêniyan kir ku bi hêzên ewlehiyê re hevkar bin, derbarê bûyer û kesên bi guman agahiyan bidin hêzên ewlekariyê.

'DI DAWIYÊ DE AJAN JÎ WÊ BIBE HEDEFA DIJMIN'

Şêniyê bi navê Mihemed Mistefa Oso diyar kir ku di kêliyên êrişan de dijmin ferq û cudahiyê naxwe navbera gel û ajanên xwe, ajanê dagirkeran ziyanê dighîne xwe, gel xwe û rêveberiya xwe.

Oso got: "Wekî gel xewna me ew bû ku xwe bi rêve bibin, vaye derfet di destê me de ye, yên ku ajantiyê ji aliyekî re dikin ziyanê dighîne malbat û xizmên xwe. Ji berê bêtir îro em dikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Em bi xwe kar û barên xwe bi rêve dibin. Xewna her welatiyekî vê herêmê ku mîna me bijî. Lê em dibînin ku hin kes li pey pereyan ketine û her tişt  netew an niştimanîbûn avêtine paş xwe."

Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar "Divê em li xwe binerin ku wekî ku endamên hêzên ewlekariyê ne û bajar û rêveberiya xwe ji van binpêkirinan biparêzin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LclnX9a8Pik" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>