Koçberên ji Efrînê êrişên li ser Heftanînê şermezar kirin

Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrişên artêşa Tirk a dagrker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne, êrişên artêşa Tirk ên li dijî Heftanînê şermezar kirin û bang li tevahiya gelan kirin ku fikirê Osmanî yê ku hewldana derxistina fitneyên di navbera pêkhateyan de derxînin, bişkînin.

Koçberên ji Efrînê êrişên li ser Heftanînê şermezar kirin
22 tebax, 2020   02:37
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk di 17`ê Hezîrana derbasbûyî de di bin navê ‘Pence-Kaplan/Lepê Piling’ de operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê ragihand û bi hincetên ne di cih de bi balafirên şerê êrişên xwe yên dagirkirinê dan destpêkirin.

Koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê dimînin êrişên artêşa Tirk şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Welîd Mihemed da zanîn ku êrişên li dijî Kurdistanê, nexasim li dijî Heftanînê êrişên hovane ne, ji beriya du mehan ve artêşa Tirk bi çekên pêşketî êrişî kurdan dike.

Mihemed wiha axaftina xwe zêde kir: "Em ê rê nedin artêşa Tirk Heftanînê dagir bike. Heke dewleta Tirk Heftanîn dagir bike wê çiyayê Zapê jî bide ber xwe û paşê dê ber bi tevahiya Başûrê Kurdistanê ve jî biçe.  Nîşana vê yekê plana Osmaniyan e ya ji Helebê heta Kerkûkê dagir bike."

Mihemed bang li tevahî pêkhateyên Rojhilata Navîn Ereb, Kurd, Tirkman û Asûr kir "Divê em vê plana reş a Osmanî têk bibin. Erdogan bi van planan bi gel bilîze da ku fitneyan di navbera pêkhateyan de derxîne."

Welatiya bi navê Seadet Bekir got: "Gelê Kurd gelekî aştîxwaz e û xwedî heq e, ji ber vê yekê divê rêxistinên navneteweyî êrişên li dijî me bisekinînin û artêşa Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heftanînê derxînin. Artêşa Tirk bi hemû çekên pêşketî êrişî sivîlan dike û wan qetil dike."

Sadet Bekir di berdewama axafina xwe de got: "Em ê mafên xwe bi dest bixin. Em kurd mafdar in û xwedî li fikir û felsfeya rêber Apo derketine. Rêber Apo bi projeya xwe ya neteweya demokratîk banga çareseriya siyasî ji bo hemû gelan dike."

Her wiha welatiyê bi navê Nezmî Birîm jî îşaret pê  kir ku armanca şerên ji beriya sedên salan li dijî kurdan tunekirina gelê Kurd e û wiha pê de çû: " Dewleta Osmanî li ser hesabên jiyana kurdan herêmê dagir kir, ji ber vê yekê mirov ji hevpeymanên di navbera Iraqê û Tirkiye de mat nemîne heta mirov ji dûr nebe ku muhtem e Iraqê êrişên Tirkiye yên li dijî Başûrê Kurdistanê erê bike, ev hevpeyman ji beriya sedên salan li dijî Kurd têne meşandin."

Nezmîn Birîm got, bi saya berxwedana kurdan faşîzima dewleta Tirk têk diçe û  diyar kir ku ew ê şerê li hemberî xwe qebûl nekin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4gNqXDxLip4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>