Guterres: Ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê li Hesekê nûnerê taybet û tîmek hatine erkedarkirin

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres got, tîmeke NY'yê li Sûriyê û nûnerê wî yê taybet Geir Pederson hatine erkedarkirin da ku pirsgirêka qutkirina ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê çareser bikin.

Guterres: Ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê li Hesekê nûnerê taybet û tîmek hatine erkedarkirin
21 tebax, 2020   20:58
NAVENDAN NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) ya girêdayê hikumeta Sûriyê got, nûnerê Sûriyê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar El-Caferî, bi telefonê bi Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres re axivî û jê xwest "Mudaxle bike û hewldanên xwe bike da ku sûca rejîma Tirkiyê ya qutkirina ava vexwarinê li ser derdora milyon welatiyên Sûrî li Hesekê û gundên wê rawestîne."

Li gorî SANA'yê, Gutress got: "Ew rewşa Hesekê dizane, tîmeke Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê û nûnerê xwe yê taybet Geir Pederson erkedar kirine da ku bi lez vê pirsgirêkê çareser bike û alîkariyên mirovî bighîne kesên ziyan dibînin ta stasyona ava ya Elokê dîsa were xebitandin."