​​​​​​​Hebûn Mele Xelîl...Dîrokek ji têkoşînê ye

Hebûn Mele Xelîl, bi komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bandor dibe û dest bi têkoşînê dike. Di şerê rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê de cih digire û heta şehadetê li pey şopa azadiyê ket.

​​​​​​​Hebûn Mele Xelîl...Dîrokek ji têkoşînê ye
​​​​​​​Hebûn Mele Xelîl...Dîrokek ji têkoşînê ye
​​​​​​​Hebûn Mele Xelîl...Dîrokek ji têkoşînê ye
​​​​​​​Hebûn Mele Xelîl...Dîrokek ji têkoşînê ye
22 tebax, 2020   00:27
KOBANÊ-DICLE  EHMED

Dewleta Tirk a dagirker 23`yê Hezîrana derbasbûyî bi balafireek bi çek a bêpîlotli gundê Helincê yê başûrê rojhilatê bajarê Kobanê malak kir hedef kir, di encamê de 3 çalakgerên koodînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê şehîd bûn. Yek ji wan Hebûn Mele Xelîl e.

HEBÛN MELE XELÎL KÎ YE?

Bedîa Mele Xelîl (Hebûn Mele Xelîl) a 39 salî li gundê Bender ê rojavayê Kobanê ji dayîk dibe, di nava malbatekê de ku ji 9 bira û 12 keçan, dê û av pêk tê, mezin dibe. Hebûn di nava malbatê de ferda navîn e. Malbata Mele Xeîll bi eslê xwe ji gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê ye ku bi welatparêziya xwe tê naskirin ye, Hebûn jî bi wê rihê û fikrî mezin dibe.

Hebûn heta refa 8`an li gundê Bender xwendiye, lê ji ber rewşa aborî ya malbatê ya nebaş nedikarî xwendina xwe temam bike, ji vê xwest bi malbatê re dibe alîkar û di nava karên çandiniyê de bixebite.

Bavê Hebûn  Mele Xelîl, Remedan Mele Xelîl diyar kir ku Hebûn ji zaroktiya xwe ve bi exlaq, hêz û sebra xwe dihat naskirin û xwişkên xwe fêrî hezkirina welat û exlaq dikir. Tevî temenê xwe yê biçûk lê kevaniya malê bû, bi wî re  di nava erd dixebitî û çandina pembo de kar dikir.

Hebûn, bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re ku di 1999'an de pêk hatî, bi bandor dibe û asta têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dike.

Remedan Mele Xelîl wiha axaftina xwe dewam kir: "Gelek nîqaş di navbera min û wê de çêdibûn, lê di dawiyê de Hebûn isbat kir ku ew ê serê me bilind bike. Bi van gotinan di nava civaka Rojava de kar û xebatên rêxistinî temam kir."

Bavê Hebûn, Remezan her wiha dibêje: "Keça min Hebûn nexweşiya penceşêrê pê re bû, lê ji xebata xwe ya belavkirina ramanê rêbertî nema. Ez bi keça xwe ser bilind im ji ber ku ji bo jinên bindest û ji bo berxwedana gelan tê koşiya."

DI BERXWEDNA DÎROKÎ DE HEBÛN JINA TÊKOŞER E

Bi êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser kantona Kobanê re ku di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kirin, Şehîd Hebûn tev li nava refên Yekineyên Parastina Jin (YPJ) dibe û li dijî çeteyên di xetên pêş ên berxwedanê cihê xwe girt. Hebûn li kêleka hevalên xwe efsaneyên qehremanî nivîsand û DAIŞ`ê li bajarê berxwedanê Kobanê şikand.

Remedan Mele Xelîl hin gotinên keça xwe ya şehîd di dema berxwedana Kobanê de bi bîr anî û wiha domand:"Carekê Hebûn bi rêya telefonê bi min re axivî, ew hevalên xwe û 4 xwişkên xwe di çemperê de bûn, ji min re got em li girê Berkel ê başûrê Kobanê dorpêçkirî ne û ji bo dîl nekevin destên çeteyan ew ê çalakiya fedayî pêk bîne, lê piştî 3 saetan bi min re axivî û got ku hevalên wê wan xelas kirine û niha baş in."

Hebûn xwedî rihekî berxwedêr û moralekî bilind bû. Hevala wê ya bi navê Hêvî Mihmed Elî ya ji gundê Helincê di şer de pê re bû der barê kesayeta Hebûn vê yekê dibêje:"Di eniyên şer de şervaneke xurt bû, beşdarî şerê rizgarkirina Kobanê bû û paşê dest bi rêxistinkirina gel kir, bi şêniyên Kobanê re nexasim ên ku malên wan di encama şer de hilweşiya bû alîkar."

Hêvî wiha li axaftina xwe zêde kir:"Şehîd Hebûn bi hêminî û bêdengiya xwe dihat naskirin, dilnizim û henaneta xwe dihat naskirin, heta tevî ku rewşa wê ya tenduristî di salên dawîn de ne zêde baş bû, lê dîsa jî ew ê ji bo jinan têkoşîna xwe berdewam kir, bi şev û bi roj kar kir û fikirê jinan bi pêş de dibirin û hişt ku jin bigihêjin asta daxwaza hebûna xwe bikin."

Cenazeya şehîd Hebûn Mele Xelîl li kêleka hevrêyên wê Zehra Berkel û Emîna Weysî li goristana Şehîd Dicle spartin axê.

(eh)

ANHA