​​​​​​​Civaknasek: Tirkiye hewl dide civaka Kurd tune bike

Pisporekî zanista civakî got: " Armanca tevgerên dawî yên dewleta Tirk civaka Kurd e, nemaze piştî ku doza Kurdan li ser maseya civaka  navneteweyî tê nîqaşkirin."

​​​​​​​Civaknasek: Tirkiye hewl dide civaka Kurd tune bike
22 tebax, 2020   04:19
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Dewleta Tirk li ser bingeha qirkirin û tunekirina gelên herêmê yên wekî Ermen, Asûr û Suryanyan hatiye avakirin. Niha jî bi êrişên xwe yên li ser herêmên Kurdistanê hewl dide gelê Kurd qir bike. Li ser vê mijarê sosyolgê bi navê Mehmûd Kalê destnîşan kir ku dewleta Tirk hebûna civaka Kurd wekî tunekirina hebûna dewleta Tirk dibîne, ji ber ku dewleta Tirk li ser qirkirina gelên Rojhilata Navîn dijî.

Mehmûd Kalê diyar kir ku "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaneke bêhempa raber kir û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan rizgar kirin, nexasim li Kobanê li dijî DAIŞ`ê bi ser ketin."

Mehmûd Kalê destnîşan kir ku piştî DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra û komên çeteyên ên din tune bûn, dewleta Tirk yekser destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di bin navên cuda de komên çete yên wekî Artêşa Niştimanî Diri El-Ferat ava kirin da ku gelê herêmê tune bike demografiya herêmê biguhere.

Kalê bal îşaret pê kir ku li herêmên dagirkirî, ji ber çeteyetî û nakokiyên li ser parvekirina milkên hatine talankirin û pêkanîna daxwazên faşîmza dewleta Tirk, teqîn û qetilkirin çêdibin.

'TIRKIYE PROJEYA ALTERNETÎF DIKE ARMANC'

Têkildarî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd Kalê da zanîn ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahiya Rojhilata Navîn re bû mînak, her çiqasî astengî û kelem hebin jî lê dîsa li herêma Rojhilata Navîn tecrûbeya yekemîn e ku li ser rûyê erdê tê pêk anîn û cihê rejîmên diktator û qewmeçî digire.

Kalê di dirêjiya axaftina xwe de got:"Artêşa Tirk hewl dide di navbera pêkhate û olên li herêmên QSD`ê rizgakirine fitneyan derxîne, nexasim li  herêma Reqa û Dêrazorê, ji ber vê yekê polîtîkeyên qetilkirin û revandinê bi rêya şaneyên DAIŞ`ê dide meşandin."

Kalê îşaret bi êrişên dawîn ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê kir û wiha berdewam kir:"Artêşa Tirk heta niha li Heftanînê tevahiya cureyên çekan bi kar tîne, lê dîsa jî bi bin ket û HPG`ê bersiva wan da û efsaniyên qehremanî di vî şerê dîrokî de nivîsandin."

Kalê diyar kir ku di şerê li Heftanînê de moralê  artêşa Tirk bi bin ket û wiha domand: " Ji ber şervanên Hêzên Parastina Gel derseke ku nayê jibîr kirin didin artêşa Tirk a dagirk. Di rûpelên dîrokê de ev şerê dîrokî û qehremanî hate nivîsandin."

Di dawiyê de sosyologê bi navê Mehmûd Kalê got ku piştî doza civaka Kurd li ser maseyên civaka navneteweyî hate nîqaşkirin, artêşa Tirk hebûna gelê Kurd dike armanc, ji ber vê yekê êrişî Kurdistanê dike û dixwaze azadî û mafên wan ê rewa tune bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Wd0IHNqxQJg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>