Li Başûrê Kurdistanê azadiya çapemeniyê sînorkirî ye

Li Başûrê Kurdistanê azadiya çapemeniyê di asteke bilind de tê binpêkirin. Hikumeta herêmê hewl dide ku hemû dezgehên çapemeniyê û rojnamevanan bixe bin serweriya xwe û ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne. Her wiha hewl dide ku wan dûrî dozên gendeliyê û mijarên girêdayî dagirkeriya Tirk li herêmê, bixe.

Li Başûrê Kurdistanê azadiya çapemeniyê sînorkirî ye
21 tebax, 2020   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

Zextên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê li ser dezgehên çapemeniyê û rojnamevanan her roja ku diçe bi awayekÎ vekirî zêde dibin. Azadiya çapemeniyê û mafên rojnamevanan tên binpêkirin û rojnamevan tên girtin, sirgunkirin û gef li wan tên xwarin. Bi tayetî rojnamevanên ku hewl didin gendeliya ku jiyîn eşkere bikin an jî nêzî mijarên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk bibin bir her awayî tên astengkirin.

Navenda Parastina Mafên Rojnamevanan (Metro) demeke berê ji ANHA'yê re diyar kiribû ku ji destpêka sala 2020`an ve, li Başûrê Kurdisatnê 88 binpêkirin û cezayên qanûnî li dijî rojnamevan û dezgehên çapemeniyê pêk hatine.

Hejmareke rojnamevanên Başûrê Kurdistanê hatin binçavkirin û li dijî wan suc hatin kirin. Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên ku di 13`ê Tebaxa 2016`an de bi destê hêzên hikumetê (PDK) hatibû kuştin. Rêxistina Human Rights Watch di raporeke xwe de ev yek piştrast kir.

Her rojnamevanê ku Wedat Hisên bi bîr tîne, tên biçavkirin. Di salvegera kutşina Wedat Hisên a îsal de rojnamevan Ayhan Seîd, çalakvanê sivîl Omîd Berojkî, nûçegihanê kenala "Gelî Kurdistan" Karwan Sadîq û hejmareke rojnamevanên din hatin girtin.

Di Adara îsal de jî Asayîşa PDK`ê nûçegihanê ajansa Rojnewsê Sîware Mehmûd ji ber şopandina xwepêşandanên gel ên li dijî gendeliyê û êrişên derve li ser herêmê, girtibû.

Ji 27`ê Hezîrana borî de kameravan Qehreman Şukirî girtî ye. Şukirî ji  ber bibû mêvanê bernamyên televizyonan û  behsa xwepêşandên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir ku di 19`ê Hezîranê de êrişeke asîmanî pêk anîbû û di encamê de sivîl bûbûn qurbanî, hate girtin.

Navenda PEN-Kurdî ya têkildarî kar û barên çapemeniyê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku rojnamevan Qehreman Şukirî yên li gel asayîşa Dihokê girtî ye serbest berde.

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên asayîşê di 27`ê Hezîranê de, bêyî belgenameyeke qanûnî rojnamevan Qehreman Şukirî ji mala wî ya li Şêladizê girt. Ev yek piştî çend rojan ji xwepêşandanên li Şêladizê yên li dijî êrişên dewleta Tirk pêk hat ku di encamê de sivîl şehîd bibûn.

"PÊŞKETIN TENÊ DI ALIYÊ TEKNOLOJIYAYÊ DE NE"

Girêdayî mijarê rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Karwan Salar ji ANHA`yê re axivî û da zanîn ku rewşa rojnamevanan û dezgehên çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê ne di astê tê xwestin de ye. Tevî ku saziyên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta herêmê hene û teknolojiya ku bi kar tîne pêşketiye jî, lê hîna nikarin bi azadî tevbigerin û balê bikişînin ser mijarên nazik ên girêdayî civakê.

"PARLAMANÊ JI BO SÎNORDARKIRINA ÇAPEMENIYÊ BI KAR TÎNIN"

Salar wiha domand: "Heta niha li herêmê rojnamevan ji ber xebatê xwe yên çapemeniyê tên binçavkirin. Her wiha rastî destdirêjî, binpêkirin û sirgunkirinê tên û hikumet wan bi tewanên ne rast û ne rewa tewanbar dike. Hikumet bi rêya qanûnên di parlamanê de hewl dide dezgehên çapemeniyê sînordar bike, ji bo berjewendiya xwe bikar bîne û bixe bin serweriya xwe."

"REWŞEKE DESTHILATDARÎ Û ÇEWISANDINÊ HEYE"

Salar wiha lê zêde kir: "Li Başûrê Kurdistanê azadî û demokrasî tune ye û desthilatdarî serwer e. Di 29 salên borî de hikumeta herêmê hewl da ku rojnamevanên taybet ji bo parastina siyasetên xwe derxînin holê. Naxwaze yên ku nûnertiya gel dikin û nêrînên gel parve dikin, hebin. Ew ji eşkerekirina niyetên wan û şaştiyên wan ên rêveberiyê ditirsin."

ŞERMEZARKIRINA DAGIRKERIYÊ, QEDEXE YE!

Karwan Salar wiha got ku: "Ya ji wê girîngtir jî, ew e ku dengê gel ê li dijî dagirkirina herêmê û bi taybetî herêmên sînorî ku rojane tên êrişkirin, bilind nebe û şaştiyên ku tên kirin eşekre nebin."

Rojnamevan Karwan Salar wiha azadiya çepemeniyê li Başûrê Kurdistanê nirxand û dewam kir: "Asta dezghên çapemeniyê û rojnamevanan ji her kesî ve xuya ye. Çapemenî tenê di cihekî de an bi mijarek ku jê re hatiye diyar kirin de sînordar nabe. Hikumet jî dixwaze ku mijarên li gor berjewendî û siyaseta xwe belav bike. Rojnamevan nikarin nêzî mijarên wekî gendeliyê û dagirkeriyê bibin."

"DESTHILATÊN HERÊMÊ DIXWAZIN ÇAPEMENIYÊ BIXIN XIZMETA DIJMIN Û DAGIRKERAN"

Salar ji dezgehên çapemeniyê xwest ku şopandina diyardeya gendelî û şaştiyên hikumeta herêmê dewam bikin û wiha berdewam kir: "Em di demekê de ne ku azadî û bi taybetî azadiya çapemeniyê hatiye paşguhkirin. Ji lewra divê ragihandin şopandina doza gendeliyê û şaştiyên hikumeta herêmê dewam bike û hemû agahiyên di wê derbarê de kom bike û belav bike. Bi taybetî jî di aliyê şermezarkirina dagirkeriyê û hevkariyê hikumetê bi wan re."

Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Karwan Salar xemgîniya xwe li ser rewşa çapemeniyê li herêmê nîşan da û got: "Mixabin, desthilatên herêmê dixwazin çapemeniyê bixin xizmeta siyastên dijmin û dagirkeran."

(cx)

ANHA