YE'yê: Dewleta Tirk qanûna navdewletî binpê dike

Konseya Ewropayê têkildarî rageşiya dewleta Tirk li rojhilatê deryayê Spî, piştevaniya xwe bi Qibis û Yewnanistanê re destnîşan kirin. Hate gotin ku tevgerên dewleta Tirk ên li deryayê Spî ne qanûnî ne di nav de xebatên lêgerînê yên li Yewnanistanê li dijî ewlehiya Ewropayê gef e.

YE'yê: Dewleta Tirk qanûna navdewletî binpê dike
20 tebax, 2020   13:19
NAVENA NÛÇEYAN

Duh Konseya Ewropayê bi rêya telefonê civîneke awarte li dar xist û tê de behsa rewşa Belarûsyayê hate kirin. Li gorî rapora malpera `Cape Talking Chris' a Yewnanistanê serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis gotiye,  divê Ewropayê di dan û standina xwe de bi Blarûsyayê  û dewleta Tirk re nexasim di warên mafên mirovan û pêkanîna qanûnan de pîvanên dualî bide meşandin.

Mitsotakis bal kişand ser geşedanên dawîn ên li deryayê Spî, hevpeymana di navbera Yewnanistanê û Misirê de ya têkildarî herêmên deryayê. Mitsotakis diyar kir ku hevpeyama di navbera Qahîra û Athens de qanûnî ye û berevajî siyaseta dewleta Tirk a ku tevahiya qanûnên navdewletî binpê dike, lihevkirinek nimune ye. 

Her wiha Kyriakos Mitsotakis da zanîn ku tevgerên dewleta Tirk ên li deryayê Spî ne qanûnî ne di nav de xebatên lêgerînê yên li Yewnanistanê li dijî ewlehiya Ewropayê gef e.

Têkildarî ragêşiya dewleta Tirk li rojhilatê deryayê Spî serokê parlamantoya Ewropayê û serokên Almanya û Avusturyayê careke din piştgiriya Yekitiya Ewropayê ji Yewnanistanê û Qibirsê re dubare kir.

(eh)