Asayîşa PDK`ê avahiya kanala NRT dorpêç kir û nûçegihanekî wê destgîr kir

Li gorî çavkaniyan, Asayîşa PDK’ê nûçegihanê kanala NRT ji ber şopandina xwepêşendanên ku li bajarê Zaxoyê duh li dar ketibûn, destgîr kir. Her wiha avahiya kanalê ya li Dihokê ji aliyê Asayîşa PDK`ê ve hatiye dorpêçkirin.

Asayîşa PDK`ê avahiya kanala NRT dorpêç kir û nûçegihanekî wê destgîr kir
20 tebax, 2020   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Başûrê Kurdistanê ragihand ku asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûçegihanê kanala NRT ê Dihokê Ehmed Zaxoyî ji ber şopandina xwepêşandanên ku duh li Zaxoyê li dar ketibûn, girt.

Her wiha asayîşê avahiya kanalê ya li bajarê Dihokê jî dorpêç kir.

Şêniyên Zaxoyê duh li dijî biryara hikumeta Başûrê Kurdistanê ya ku dihêle ajokarên Tirk derbasî axa herêma Kurdistanê bibin, daketin qadan. Hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşandêran kir û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

(şx)