Li Idlibê şer û topbaran didome

Şer û topbaran li gundewarên Idlibê didomin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê yên li başûrê bajêr kirin hedef. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê herêmê digerin û hêzên hikumeta Sûriyê careke din dest bi êrişên li dijî çiyayê El-Zawiye kir.

Li Idlibê şer û topbaran didome
20 tebax, 2020   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyê bi moşekan Bare û herêmên din ên çiyayê Zawiye topbaran kirin. Di encamê de 3 sivîlên li ser zeviyên xwe yên li nêzî bajarok bûn, birîndar bûn.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê li Hentotîn a li başûrê Idlibê kir. Lê agahiyên girêdayî ziyanan nehatin bidestxistin.

Navendê vê sibê ragihand ku balafirên bêmirov ên Rûsyayê li asîmanê Idlibê gerîn. Piştî ku hêzên hikumetê şeva dî herêmên Fatîra, Kansefra, Sifuhin û Filêfil li başûrê gundewarên Idlibê topbaran kiribûn.

Her wiha navendê duh ragihandibû ku hêzên hikumeta Sûriyê li gel firîna balafirên bêmirov li asîmanê herêmê bi çekên giran êrişî gundê Ankawiye yê deşta Xab li bakurê rojavayê parêzegeha Hemayê kiriye.

(şx)