Mijarên rojnameyên erebî – 20 Tebax

Rojnameyên îro der barê geşedanên li Lîbyayê û tevgera Tirkiyê û Qatarê û bertekên Misirê, her wiha serdana serokê hikumeta Iraqê Kazimî bo Washintonê de nivîsî.

Mijarên rojnameyên erebî – 20 Tebax
20 tebax, 2020   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: MISIR JI DESTDIRÊJIYA TIRKIYE Û QATARÊ ACIZ E

Rojnameyê nivîsî: “Misir der barê liv û tevgera Tirkiye û Qatarê li Lîbyayê de aciziya xwe nîşan da û rêvebirê îstixbaratê general Xalid Micawir bi rê kire ba fermandarê artêşa neteweyî ya Lîbyayê general Xelîfe Hefter. Her du êvara sêşemê li navenda fermandariyê ya li Recmayê ku li rojhilatê welêt e, civiyan û Micawir nameya serok Ebdulfettah Sîsî da Hefter.

Qahîreyê diyar kir ku ew napejirînin ku Tirkiye baregeha Misratayê bike bingeha hêzên xwe yên deryayî, piştî ku wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û hempîşeyê wî yê Qatarê Xalid Etiya çûn Lîbyayê. Serdana wan gelek name tê de hebûn, yek jî ew e ku ne dûr e xetên sor yên El-Sîsî der barê Sirte û Cefrayê de destnîşan kiribûn, derbas bikin û her wiha çete û milîsan têxin nava amadebaşiyê.”

EL-BEYAN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ XETA SOR ASÊ DIKE

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê çeperên xwe yên herêma xeta sor a Sirte û Cefrayê asê dike. Çavkaniyeke leşkerî jî diyar kir ku hêzên çekdar ji bo pêşîlêgirtina her êrişeke li dijî herêmê di amadebaşiyê de ye.”

Çavkaniyê ji El-Beyan re got ku artêş dê çeperên xwe bernede, dê tevahiya herêmê bixe nava ewlehiyê, armanca artêşê rizgarkirina axa Lîbyayê ye, li dijî dagirker û komên çete û terorîstan.

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA KAZIMÎ BI ALÎKARIYÊ Û GAZINÊN JI MILÎSAN PÊŞWAZÎ KIR

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî: “Rêveberiya Amarîkayê pêşwaziya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku cara pêşî ye diçe Washingtonê, Amerîkayê ragihand ku ew ê alîkariya 200 milyon dolaran bidin Iraqê, her wiha xwest ku komên çekdar ên ne di bin kontrola dewletê de ne, belav bikin.”

Duh jî mîr Mihemed bîn Selman bîn Ebdilezîz cîgirê serokê hikumetê û wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdiyê bi rêya telefonê bi Kazimî re axivî û hewldanên ji bo aramiya sûka petrolê ya cîhanê gotûbêj kirin, her du aliyan diyar kir ku pêwîst e hemû dewletên endam pabendî lihevhatina +OPEC’ê bin, her wiha têkiliyên di navbera her du welatan de nirxandin.”