Macron: Siyaseta Erdogan faktoreke têkbirina ewlehiya Ewropayê ye

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku hempîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan siyaseta berfirehkirinê ku rêgezên neteweyî û îslamî têkil hev dike û ne li gorî  berjewendiyên Ewropayê ne, dimeşîne û ev siyaset ewlehiya Ewropayê têk dibe.

Macron: Siyaseta Erdogan faktoreke têkbirina ewlehiya Ewropayê ye
20 tebax, 2020   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di hevpeyvînekê de bi kovara Paris Match re got: “Divê Ewropa li hemberî van kiryaran bisekine û berpirsyariya xwe pêk bîne.  Ez ne bi gurkirina rageşiyê re me, ez di heman demê de bi dîplomasiya qels bawer nakim. Me nîşan da ku wateya hevgirtina Ewropayê heye.”

Naveroka hevdîtinê beriya çenda saetan ji lihevkirina ku tê payîn di navbera Macron û şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel de li keleha Briganson pêk were, hate weşandin.

Di mehên dawîn de têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Ewropayê de paşde çûn, di demekê de ku Enqere wek hêzeke herêmî li rojhilatê Deryayê Spî tev digere.

(eh)