ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2020`AN
19 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şervanên ji eşîrên Ereb ên ku di nav  Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, bang li tevahiya şervanên ji eşîrên xwe û sivîlên li Dêrazorê kirin ku nekevin xefkên dijmin ên ku dixwazin fitneyê derxînin. (BI  WÊNE Û DÎMEN)

-Di demên dawîn de nîqaşên li ser bikaranîna rêxistina nîjadperest a bi navê Gurên Boz bi destê  serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo pêkanîna berjewendî û xewnên xwe li herêmê hene. Her wiha Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê rola vê rêxistinê û navên kesên ku wan li Lîbyayê bi rê ve dibin, eşkere kirin.)Bİ WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Di roja îroyîn de li gorî gelek otorîteyan Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê navlênekirî dewam dike. Ev şer piştî sedsalekê dîsa ji aliyê hêzên hegemon ve ji bo parvekirina Rojhilata Navîn tê kirin û destpêka wî şerî jî wek şerê navxweyî yê Sûriyê tê nîşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li herêmên artêşa Tirk a dagirker dagirkirine, tundiya li dijî jinan zêde bûye. Jin rojane tên revandin, qetilkirin, tên îşkencekirin û  êrişên cinsî tên. Qaşo rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan jî bêdeng in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

-Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku, ew amadekariya kongreyekê dikin ku tê de modelekê baştirîn a Rêveberiya Xweser li pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hiqûqnas û Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ebdî got: “Dewleta Tirk  ji projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ditirse. Siyaseta ku dewleta Tirk li hember Rêbertî dimeşîne, bi berjewendiyên rêxistinên mafên mirovan re ne bi nakokin. Lewma jî bêdeng in û şirîkên dewleta Tirk in.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêxmeqsûdê li bajarê Heleb piştrast kir ku berxwedana şervanên Hêzên Parastina Gel li Heftenînê berxwedana serkeftina ya li dijî dewleta Tirk a faşist e. Tevgera Ciwanan bang li hemû ciwanan kir ku asta tekoşînê bilind bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Heftenînê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Komîna Sînema Avrîn a ?and û Hunerê ya Kantona Efrînê amadekariyên lidarxistina 1`emîn Mihrîcana Lêlûn a Cîhanî li Rojavayê Kurdistanê dike. Ji bo vê komînê 2 hezar û 73 filim ji tevahiya cîhanê pê?wazî kirin û dê jê 58 filim bi qasî hejmara rojên Berxwedana Serdemê ya Efrînê werin hilbijartin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA