Şênyiyên Tirbespiyê: Li dijî xeteriya Tirkiyê, divê em bibin yek

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bang li hemû partiyên Kurdî kirin ku di zûtirîn dem de yekitiya Kurdî ragihînin, da ku pêşî li xeteriya Tirkiyê bigirin. Şêniyan got: "Helwestên dawîn ên hikumeta Herêma Kurdisatnê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan rewa dike."

Şênyiyên Tirbespiyê: Li dijî xeteriya Tirkiyê, divê em bibin yek
19 tebax, 2020   02:16
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker ji 16`ê Hezîranê ve bi dijwarî êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hewl dide herêmên nû dagir bike.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê dibînin ku pêwîste hêzên Kurdî û Kurdistanî li dijî xeteriya dewleta Tirk, refên xwe bikin yek û bigihînin lihevkirinekê.

Beşîr Mûrad destnîşan kir ku hemû şêniyên herêmê piştgiriya yekitiya partiyên siyasî dikin û got: "Bi yekitiyê em dikarin dijminahiya Tirkiyê têk bibin û rê li dagirkirina herêmên nû bigirin. Lê ji ber nakokiyên partiyan, refên wan ji hev diqetin û doza Kurdî lawaz dibe."

'HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ REWA DIKE`

Hac Hesen Osman jî bang li hemû partiyên Kurdî kir ku di zûtirîn dem de refên xwe bikin yek, da ku pêşî li xeteriya Tirkiyê ku gefê li hebûna Kurdan dixwe bigirin. Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li hemberî êrişên Tirkiyê xwedî helwesteke cidî û zelal be. Şêniyan got: "Helwestên dawîn ên hikumeta Herêma Kurdisatnê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan rewa dike."

Mûeyed Xelîl Omer jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku bi ragihandina bidawîbûna qonaxa yekemîn a dan û standinên aliyên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hemû beşên civakê bi hêvî bûn û got: "Lê belê bihaneyên hin aliyan û derxistina astengiyan, xizmeta tu aliyên Kurdî nake. Bi taybetî di vê dema nazik de ku dewleta Tirk hewl dide hebûna gelê Kurd tune bike."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tVcl26_bWRI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>