Siko: Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de ye

Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku ji ber planên dewleta Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de. Siko got: "Tevî bertekên gel ên li dijî êrişên dagirkeriyê, hikumeta Başûrê Kurdistanê hîna bêdeng e."

Siko: Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de ye
19 tebax, 2020   04:09
QAMIŞLO –RÊNAS REMO

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurdistanê –Sûriyê Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a ji êrişên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê qirkirina gelê Kurd e.

Silo diyar kir ku dewleta Tirk dijminahiya her projeyeke kurdî dike û wiha domand: "Nîşaneya vê yekê ala Herêma Başûrê Kurdistanê ji deriyê Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de rakir."

Siko bi bîr xistin ku di dema serdanên fermî yên hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê de ala Tirkiyê tenê tê hildan û got, ev dide diyarkirin ku Tirkiyê ne tenê dijminê aliyekî kurdî dike û piştgiriya aliyê didin dike,  dewleta Tirk kurdek li kuderê be dike hedef.

Ebdulkerîm Siko diyar kir ku ji ber çavbirçîbûna dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de ye û got: "Tevî bertekên gelê Başûrê Kurdistanê yên li dijî êrişên Tirkiyê û redkirina dagirkeriyê, hikumeta Başûrê Kurdistanê hîna bêdeng e."

Siko bal kişand ser ku pêvajoya heyî yekitiya biryara siyasî ya kurdî pêwîst dike û wiha dom da axaftina xwe:"Îro gelê Kurd bi saya fedekariyên şehîdên xwe, gelek kaxez bi dest xistine û têkildarî doza xwe dikarin piştevaniya navdewletî werbigirin. Ji ber vê divê partiyên siyasî yên kurdî bi lez rênîneke siyasî kurdî yekbûyî ragihînin û sînorekî ji palnên Tirkiyê re deynin."

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurdistanê –Sûriyê Ebdulkerîm Siko îşaret pê kir ku dewleta Tirk destwerdanê li gelek dewletan mîna Lîbya, Misir, Qibirs, Yewnanistan  dike û got: "Pêvajoya bê çarenûsî ye. Gelên herêmê dagirkeriya Osmaniya nû qebûl nakin. Divê partiyên kurdî li gorî daxwazên gel tev bigerin û tevahî têkiliyan bi Tirkiyê û îtîlafê re qut bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BxqmethLg88" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>