​​​​​​​Ciwanên Efrînê: Em ê têkoşîna li dijî faşîmza dewleta Tirk mezin bikin

Ciwanên kanton Efrînê ragihandin ku ew ê têkoşîna li dijî faşîmza dewleta Tirk mezin bikin. Ciwana piştgirî dane pêngava "Em ê teqez bi serkevin" û pêngav wekî amûra pêkanîna serkeftinê bi nav kir.

​​​​​​​Ciwanên Efrînê: Em ê têkoşîna li dijî faşîmza dewleta Tirk mezin bikin
19 tebax, 2020   03:12
ŞEHBA – LÎNAD ŞÊX

Di salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan Pêngava "Em ê teqez bi serkin" ragihand û bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî faşîmeya dewleta Tirk her der bikin qada têkoşînê.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rê û rêbazan ciwanan bikişîne aliyê xwe, da ku armancên xwe yên dagirkirinê li herêmê pêk bîne.

Li ser mijarê, endamê rêveber ê Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê Mezlûm Hesen diyar kir ku armanca pêngava "Em ê teqez bi serbikevin" piştgiriya berxwedana li dijî dagirekriya Tirk a faşîst e û got "Em beşdarî vê pêngavê bûne, ji ber ku bi ciwanan dest pê kir û wê bi ciwanan bi serbikeve."

Hesen wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em dibînin ku 15'ê Tebaxê rojeke pîroz e, em ê xeta şehîd Egîd bişopînin da ku bighêjin armancên xwe."

Mezlûm Hesen bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet ciwanan Efrîn kir ku beşdarî pêngava "Em ê teqez bi serkevin" û got: "Divê berxwedana Efrînê ya 58 rojan a li dijî dagirkeriya Tirk neyê jibîrkirin."

Jina ciwan a bi navê Norman Yûsif jî got: "Em şêniyên herêma Efrînê, li dijî dagirkeriya Tirkiyê, piştgiriyê bidin Pêngava Em ê teqez bi serkevin a ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin."

Norman destnîşan kir "Dewleta Tirk xaka me dagir dike. Em vê qebûl nakin. Ji ber ku dagirkeriya Tirk beşê ciwanan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên kesayetî bi kar tîne."

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrînê Elî Osman jî ev tişt diyar kir: "Pêngav gaveke baş e, em pîroz dikin û piştgiriya wê dikin. Em bi şerê taybet ê ku dewleta Tirk a faşîst li ser ciwanan dimeşîne bandor nabin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wTSESzWZ3Lo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>