Ciwanên Efrînê banga tevlêbûna pêngavê "Em ê teqez bi serkevin" kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava "Em ê bi serkevin" re nîşan da û got, dê li dijî faşîzma Tirk bi serkevin.

Ciwanên Efrînê banga tevlêbûna pêngavê "Em ê teqez bi serkevin" kir
18 tebax, 2020   19:06
ŞEHBA

Bi dehan ciwan li qada goristana Şehîdan a kantona Şehbayê kom bûn û agir pêxistin. Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Ferîde Nesan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di qonaxeke zehmet re derbas dibin. Dewletên mêtînger û desthilatdar li dijî gelan û bi taybetî gelê Kurd siyasetên qirkirinê dimeşînin.

Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan em ê bi ruhê berxwedana Heftanînê û şoreşgerên çiyayên Kurdisatanê, bi serkevin.

Em bi rêya pêngava "Em ê bi serkevin" bang li hemû gelên Kurd, Ereb, Suryen, Asûr, Turkmen û Êzidî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xew bidin. Em ê bi ruhê 15`ê Tebaxê û bi berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) li Heftanînê, bi serkevin.

Wekî ciwanên Kurd em ê faşîzma Tirk têk bibin û jiyaneke azad ji hemû gelan re biafirînin. Em bang li ciwanan û gel dikin ku ruhê berxwedana Heftanînê li hemû qad û herêman, zindî bihêlin. Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê hemû ciwanan bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe li hemberî hemû planên li dijî herêmê, berdewam bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Heftanînê bi dawî bû.

(cx)

ANHA