Mêtingeriya li ser bedena jinan û xweparastin - 2

Mêtingeriya li ser bedena jinan û xweparastin - 2
19 tebax, 2020   01:09
NAVENDA NÛÇEYA-NHEVÎ HESEN

Li Rojhilata Dûr sûcên şer ên li dijî jinan Ji Vîetnamê heta Enfalê, ji Dêrsimê heta Rojava şerê taybet ê li dijî jinan (tacîz, tecawiz, qirkirin û komkujî) wek deqeke reş di dîrokê de cihê xwe digire.Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Japonan li dijî jinên ji Çînê heman polîtîka meşandin û bi hezaran jinên ji Çînê ji welatê xwe hatin dûrxisin û bi darê zorê fihûş pê dane kirin.

Artêşa Japonyayê di navbera salên 1937-1945 de Kore dagir kir û nêzî 300 hezar jin bi darê zorê di kerxaneyan de hatin firotin. Dîsa di salên 2000’î de jinên ji Taywanê jî diyar kir ku heman kiryar ji aliyê leşkerên Japon ve li dijî wan jî hatine kirin.

Di salên1947-1952 de DYA’yê Kore dagir kir û nêzî 4 milyon mirov hatin qetilkirin, tecawizî bi hezaran jinan kirin.

Jinên ji Kore, Taywan û Çînê di dema dagirkeriyê de da ku xwe ji êrişên dagirkeran biparêzin yekîneyên xwe yên xweparastinê çêkirin û li ber xwe dan. Di wê demê bi tenê li Çînê ji sedan zêdetir gundan yekîneyên xweparastinê ava kirin û ev yek jî asta berxwedana jinan nîşan dide.

VÎETNAM

Di navbera salên1965-1970 de leşkerên DYA’yê Vîetnam dagir kir û tecawizî bi hezaran jinan kir. Bi tenê li gundê My Layî tecawiz li 450 jin û zarokan hate kirin û qetil kirin. Di heman demê de di şerê Vîetnama Başûr-Bakur de hejmara jinên ku tecawiz lê hatiye kirin, wek 30 hezar hate tomarkirin.

WILPF û WSP ku di sala 1961’an de li DYA’yê hatin avakirin, du komeleyên jinan bûn ku di dema dagirkirina Vîetnamê de bi tevgerên aştiyê yên girîng rabûn. Rêxistinên jinan çalakiyên girseyî li dar xistin, îmze berhev kirin, danezan belav kirin, konferans çêkirin, zext li Kongreyê kirin û alîgirên aştiyê û redkarên wijdanî destek kirin.

Endamên WILPF’yê zêdetir çalakiyên girseyî li dar xistin û WSP’ê jî di 1965’an de bi jinên endamên NLF’ê yên ji Başûrê Vîetnamê û yên komunîst ên ji Bakurê Vîetnamê re civînek li dar xist û li dijî dagirkeriya DYA’yê ya li Vîetnamê danezeke hevpar îmze kir. Jinên endamên WSP’ê di dema şer de red kir ku mêrên ciwan bikin leşker û mafên redkarên wijdanî parastin. Her çend gelek sal derbas bûbin jî, şopên şer winda nebûn. Têkildarî sûcên şer ên li Vîetnamê darizandineke bibandor pêk nehat.

BANGLADEŞ

Tê diyarkirin ku di şerê Pakistan-Bangladeşê yê sala 1970’yî de nêzî 200 hezar jinên ji Bangladeşê rastî tecawiza leşkerên Pakistanê hatin, 25 hezar jin jî di encama tecawizê de ducanî bûn. 

BOSNIYA/KOSOVA

Di şerê di navbara Boşnak û Sirpan de herî kêm 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da û dîsa mexdûriyeta herî giran li para jinan ket. Di sala 1992’yan de Bosniya Hersegovînayê îlan kir ku ji Yûgoslavyayê veqetiyaye û di navbera Sirp, Hirvat û misilmanên ji Bosniyayê de şer derket û 3 salan dewam kir. Di wan 3 salan de nêzî 50 hezar jinên misilman ên ji Bosniyayê li “kampên tecawizê” yên artêşa Sirpan hatin tecawizkirin û îşkenceyên giran lê kirin. 

Fona Serjimarê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya sala 2010’an de wiha diyar kir: “Tu kesî, tu carî teqez diyar nekiriye bê ka li Bosniya Herzegovînayê tacîza zayendî li çend jinan hatiye kirin û di encama tecawizê de çend zarok ji dayik bûne. Tehmînên têkildarî bûyerên tecawizê, nîşan didin ku ev hejmar bi deh hezaran in.”

Di encama tecawizan de bi hezaran zarok ji dayik bûn. Piştî 28 slan hê jî mexdûrên herî zêde êş kişandine, jin in. Di dadgehên navneweteyî de herî zêde guhdarî li jinan hate kirin. Di Dadgeha Sûcên Şer a Laheyê de serokê Partiya Sirpan Radovan Karadzîc fermandarên artêşa Sirpan Ratko Mladîç û Vujadin Popovîç, serokerkan Ljubisa Beara ji ber ku berpirsyarên komkujiya li Srebreniîsayê bûn, hatin cezakirin. Jinan her wiha Dadgehên Jinan ava kirin da ku serpêhatiyên xwe vebêjin.

Şehîde Kolar yek jinên Bosniyayê bû. Xwediya wê malê bû ku deriyê tunela alîkariyê tê de hatibû çêkirin. Dîsa li herêmê yên ji bo aştiya di navbera komên etnîk de xebitîn, jin bûn.

SOMALÎ

Di navbera salên 1991-92’yan de li Somaliyê di şer de bi hezaran mirov mirin, nêzî 300 hezar kes jî ji ber şer û xizaniyê ji welatê xwe koçber bûn. Di kampa li Kenyayê de bi sedan jin rastî tecawiza leşkerên peywirdar hatin û ev yek kete raporên navneteweyî jî. Li gorî hin raporan di nava wan de  zarokên keçîn ên 4 salî jî hebûn.

RÛANDA

Di şerê navxweyî yê di navbera salên 1994-1995’an de li Rûandayê nêzî 800 hezar mirov hatin kuştin. Di wî şerî de bandora Fransa û Belçîkayê zêde bû. Di navbera 250 – 500 hezarî  de jinên Tûtsî rastî tecawiza Hûtûyan hatin. Di encma tecawizan de nêzî 5 hezar zarok ji dayik bûn. Birînên Rûandayê jî dîsa jinan pêçan. Jinan  Rûanada ji nû ve ava kir. Endamên meclisê jin sedî 54 jin in. Piştî komkujiyê têkildarî wekheviya zayendî gelek zagon hatin erêkirin. Dadgeha Ceza ya Navnetweyî ya Rûandayê tecawiza li jinan wek sûcekî ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin, qebûl kir.

EFXANISTAN

Di sala 1979’an de Yekitiya Sovyetê û di 2001’an de jî DYA’yê Efxanistan dagir kir. Li Efxanistanê jî heman tablo hebû. Li gorî raporên navneteweyî hêzên dagirker li her derê tecawiz li sedan jinan kir, jin di fîlmên pornoyê de dan lîstin û jinên Efxan firotin bazirganên jinan.

Li Efxanistanê kevneşopa jinan a berxwdanê kevn e. Jinan di sala 1977’an de li hemberî tundiya baviksalar û olperest Rêxistina Jinên Şoreşger a Efxanistanê (RAWA) ava kir. RAWA û gelek rêxistinên din ên jinan li welat berxwedana jinan a xweparastinê didomînin. 

IRAQ

Di dema dagirkirina Iraqê ya sala 2003’yan de li Iraqê ji 100 hezarî zêdetir mirov hatin kuştin. Di êrişan de yên hatine kuştin ji sedî 44 jin in. Her wiha bi hezaran jinan jî hevserên xwe winda kirin. Li Iraqê li dijî jinan roj bi roj “terora zayendî” zêde dibe. Hejmara jinên bî, jinên ku hatine revandin û kuştin û jinên ketine deste bazirganên jinan, nayê zanîn. Lê belê li welat berxwedana jinan geş dibe. Li Iraqê serkêşiya xwepêşandanên li dijî  rejîmê jinan dikir. Jinan herî zêde di warê sosyal de wekhevî xwest. Her wiha di gelek aliyên wekî qedexekirina sunnetkirina keçan, temenê zewicînê, xebata jinan, ewlehiya jinên li kampan û gelek warên de xebitîn.

LI KURDISTANÊ QIRKIRINA ETNÎK A SÎSTEMATÎK Û QIRKIRINA ZAYENDÎ

Di mijara qirkirina jinan de divê jinên Kurd bi taybet bên nirxandin. Li hemberî jinên Kurd ji du aliyan; nasnameya etnîk û nasnameya zayendî ve êriş pêk tên.

KOÇGIRÎ

Di serdema Dewleta Osmanî de li dijî gelan polîtîkayên êrişê dest pê kir û cara ewilî li dijî Kurdan jî li Koçgiriyê pêk hat. Di sala 1919’an de rêvebirê vê projeye Sakalli Nûrettîn Paşa bal dikişand ser Komkujiya Ermenan û digot “Me koka yên dibêjin zo qeland, niha jî dora yên dibêjin lo ye”. Vê nîşan dida ku dor hatiye Kurdan. Gelek gund hatin şewitandin û bi hezaran kes qetil kirin. Fermandara Kurdan a jin Zarîfe bû. Zarîfe ji fermandarên pêşîn ên jin ên Kurdistanê bû, ji komkujiyê xilas bû û li Dêrsimê jî berxwedan bi rêxistin kir. Di sala 1938’an de bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin.

KEÇÊN DÊRSIMÊ YÊN WINDA

Dêrsim herêmeke Kurdan e ku bi baweriya xwe tê nasîn. Bi hezaran salan bi çand û baweriya xwe li ser pêyan maye. Di sala 1937’an de êrişeke topyekûn li dijî Dêrsimê dest pê kir. 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran jinan ji bo ku xwe ji tecawiza leşkeran xilas bikin, xwe ji kendalan avêt. Zarokên keç ji malbatên wan hildan û dan cem malbatên Tirk.

Nezahat Gundogan bi belgefîlma ‘Dersim’in Kayıp Kızları’ (Keçên Dêrsimê yên Winda) xwe gihand hinek wan keçen revandî. Hejmara keçên li Dêrsimê ji malbatên wan hatine standin, tam nayê zanîn lê tê zanîn ku bi sedan in.

GELIYÊ ZÎLAN

Di Komkujiya Zîlanê de 15 hezar mirov hatin qetilkirin. Tecawizî bi sedan jinên ciwan kirin û kuştin. Her wiha bi sedan jî li siwareyan siwar kirin û revandin. Çarenûs û hejmara wan jinan tam nehate zanîn. Têkildarî Komkujiya Geliyê Zîlanê hêj belgeyên berfireh derneketine holê.

ENFAL

Ji sûcên herî hov ên li dijî Kurdan yek jî di navbera salên 1986-1988’an de pêk hat. Li Iraqê bi fermana Sedam Huseyn 7 hezar Kurd bi çekên kîmyewî li Helebçeyê bi carekê hatin qetilkirin. Komkujiya Helebçeyê jî ji komkujiyên Tevgera Qirkirinê ya Enfalê bû û 182 hezar Kurd di wê komkujiyê de hatin kuştin. Sûcên li dijî jinan ên di Komukjiya Enfalê de hê jî bi gelemperî nehatine lêkolînkirin. Li Enfalê bi hezaran jin ji malbatên wan hatin qutkirin û çarenûsa wan hê jî nayê zanîn.

Rojnameya Azadiya Welat di 21’ê Kanûna 2010’an de belgeyeke pir girîng weşand. Belge ji hêla rayedarên leşkerî yên Iraqê ve ji Serokatiya Dewletê ya Iraqê re hatibû nivîsandin û tê de dihat diyarkirin ku jinên birine kampên berhevkirinê, piştre şandine welatên din ên Ereban da ku fihûşê pê bidin kirin. Di wê belgeyê de lîsteyeke navan jî hebû û dihat gotin ku ew jin şandine Misirê.

Jin di encama tevgerên şer û qirkirinê de wek xenîmet hatin bikaranîn. Peyva ‘enfal’ jî di erebî de bi wateya xenîmet e û ev yek jî nîşan dide ku di dema wê komkujiyê de bi rastî jî jinên Kurd wek xenîmet dîtine.

Sibê: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jin

ANHA