​​​​​​​Şêniyên gundê Ebû Sira êrişên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya şermezar kirin

Şêniyên gundê Ebû Sira yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbarana duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gund û bêdengiya Rûsya û civaka navnetewî li hemberî êrişan, şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên gundê Ebû Sira êrişên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên gundê Ebû Sira êrişên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên gundê Ebû Sira êrişên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên gundê Ebû Sira êrişên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên gundê Ebû Sira êrişên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên gundê Ebû Sira êrişên Tirkiyê û bêdengiya Rûsya şermezar kirin
18 tebax, 2020   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (duşemê) gundên Ebû Sira, Dibis û derdorê rêya M4 bi çekên giran hatin topbarankirin. Her wiha balafirên bê mirov a bi çek erebeyên sivîlan kiribûn hedef û du sivîl birîndar bûbûn.

Şêniyên gundê Ebû Sira dijminahiya Tirkiyê û topbarana bê ser û ber a li dijî malên wan ku jiyana wana û zarokên wan xiste xeteriyê, şermezar kirin û piştrast kirin ku gund ji malên sivîlan pêk tê û tu nuqteyên leşkerî tê de tune ne. Tevî vê yekê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên bejahî û asîmanî pêk tînin.

Şêniyan her wiha bêdengiya Rûsyayê ku wekî garantora agirbesta li herêmê tê hesbandin, şermezar kirin û bang lê kirin ku jiyana sivîlan biparêze û topbarana Tirkiyê rawestîne.

Dîmenên ji gund hatine kişandin ziyanên madî ku di milkên şêniyan de pêk hatine, diyar dikin.

Tevî lihevkirinên di navbera dewletên garantor de yên girêdayî agirbesta li herêmê û di serî de Rûsya û Amerîka, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Aliyên garantor û hêzên mezin li hemberî van êrişan bêdengiya xwe diparêzin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker di du rojên dawîn de bi çekên giran êrişî gundên rojavayê kantona Kobanê jî kiribûn.

(cx)

ANHA