Serokeşîrên Dêrazorê û QSD`ê eşîrên El-Hemîm û El-Bohrdan li hev anîn

Piştî nakokiyên ku di encamên de ji her du aliyan qurbanî û birîndar çêbûn, Hêzên Sûriya Demokratîk û serokeşîrên Dêrazorê her du eşîrên El-Hemîm û El-Bohrdan ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li hev anîn.

Serokeşîrên Dêrazorê û QSD`ê eşîrên El-Hemîm û El-Bohrdan li hev anîn
Serokeşîrên Dêrazorê û QSD`ê eşîrên El-Hemîm û El-Bohrdan li hev anîn
Serokeşîrên Dêrazorê û QSD`ê eşîrên El-Hemîm û El-Bohrdan li hev anîn
18 tebax, 2020   14:29
DÊRAZOR

Di destpêka vê Tebaxê de, di navbera eşîreya El-Hemîm a gundê Behra û eşîreya El-Bohrdan a bajarokê Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê de, der barê mijarên diravî de nakokî derketibû. Nakokî piştre berfireh bû û veguherî şerekî bi çekan, ku di encamê de ji her du aliyan 2 kes hatibûn kuştin û 11 kes jî birîndar bûbû.

Ji bo bidawîkirina fitneyê û da ku aliyên derve bi kar neynin, êlên eşîrên Dêrazorê û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo lihevanîna her du eşîran însyatîfek dest pê kir.

Rûniştina lihevanînê li herêmeke di navbera gundê Behra û bajarokê Hecînê de pêk hat û her du alî li hev hatin. Her du aliyan li ser wê yekê li hev kirin ku her aliyek ji ber kuştina 2 kesan ve 10 milyon Leyreyên Sûriyê bidin û birîndaran derman bikin.

Êlên eşîran di rûniştina lihevanînê de girîngiya bidawîkirina nakokiyan û hevkariya ji bo şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk û rejîma Sûriyê, destnîşan kirin.

(cx)

ANHA