Hêzên Rûsyayê li Idlibê di saetekê de 17 derbe pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê derbeyên dijwar li bakurê Idlibê pêk tînin, di saetekê de 17 derbe pêk anîn.

Hêzên Rûsyayê li Idlibê di saetekê de 17 derbe pêk anîn
18 tebax, 2020   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku balafirên şer ên Rûsyayê gerên xwe li asîmanê bakurê bejahiya Idlibê ya li nêzî sînorê bi Lîwa Îskenderonê ve didomînin û derbeyên bênavber li herêmê pêk tînin.

Di saetekê de balafirên Rûsyayê 17 derbe li herêma Şêx Behir û derdora wê û Herbenoş a bakurê bajarê Idlibê pêk anîn.

SOHR’ê diyar kir ku vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê parêzgeha Idlibê digerîn û zêdetirî 5 derbe li deverên bajarokê Meret Misrîn û gundê Şêx Behir ê li bakurê bejahiya Idlibê pêk anîn, lê heta niha tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketine û balafir hê jî li ser herêmê digerin.

(fr)