Meclisa Tenduristiyê ya Helebê banga pêkanîna bergiriyên Koronavîrusê kir

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Neşet Zîbar got li her du taxan ji ber têkiliyên li gel kesên ku li deverên din ên bajarê Helebê ku vîrus lê belav bûye dimînin, hin kes bi Koronavîrusê ketine. Zîbar banga pêkanîna tedbîrên xweparastinê kir.

Meclisa Tenduristiyê ya Helebê banga pêkanîna bergiriyên Koronavîrusê kir
18 tebax, 2020   10:37
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye îro ragihandibû ku di her du taxan de 6 kes kes bi Koronavîrusê ketine.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Tenduristiyê Neşet Zîbar diyar kir ku vîrus ji deverên din ên bajêr di encama têkiliyan de li taxê belav bûye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê hejmara nexweşên Koronavîrusê li parzêgeha Helebê heta duh gihaşt 228 nexweşan.

Zîbar destnîşan kir ku ji girîngtirîn rêbazên sivikkirina belavbûna vîrusê, pêkanîna tedbîrên xweparastinê û paqijiya giştî ye. Girêdayî tedbîrên ku dê hewl bidin pêk bînin, Zîbar got: “Em ê piştî nîqaşa bi Meclisa Giştî re tedbîrên ku divê bêne girtin, di zûtirîn demê de ragihînin.”

Têkildarî mekanîzmeya şopandina rewşa nexweşên Koronavîrusê û yên di karantînayên malê de Zîbar got tîma tendursitiyê rewşa wan dişopîne, derman ji wan re pêşkêş dike û şîretan li nexweşan dike da ku pergala parastina laşê xwe xurt bikin. Zîbar wiha domand: “Tîma tenduristiyê ya ku belavbûna Koronavîrusê dişopîne ji 4 kesan; bijîşkek û 3 hemşîreyan pêk tê. Ev tîm di dirêjahiya 24 saetan de kar dike û nexweşan derman dike.”

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye di dawiyê de destnîşan kir ku ji bo ku rê li pêşiya belavbûna Koronavîrusê li taxan bê girtin, divê şênî perspektîfên Meclisa Tenduristiyê bi cih bînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wG522WF4OvE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>