Rojeva rojnameyên erebî – 18 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, aloziya Lubnanê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 18 Tebax
18 tebax, 2020   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: WASHINGTONÊ BERSIVA DETDIRÊJIYA ŞAMÊ YA LI ROJHILATÊ FIRATÊ DA

Têkildarî mijarê, Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di bombebarana Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Washingtonê li benda kontrolê ya hêzên rejîmê ya li nêzî bajarê Qamişloyê ya rojhilatê Firatê de endamek hêzên rejîma Sûriyê hate kuştin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh daxuyand ku benda kontrolê ya hêzên rejîma Sûriyê rêya karwanekî leşkerî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li başûrê balafirgeha Qamişloyê asteng kir, di encamê de beriya balafira Koalîsyona Navneteweyî benda kontrolê ya leşkerî hedef bigire, şerek çêbû.

EL-EREB: LUBNAN LI HEMBER KÊLIYA RASTIYA SUÎQASTKIRINA HERÎRÎ YE

Girêdayî Lubnanê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Îro, lubnanî bi fikar li derketina hikmê dadgeha navneteweyî ya taybetiya Lubnanê ya doza suîqastkirina serokwezîrê berê Refîq Herîrî dinêrin. Karwanê Refîq Herîrî di 14’ê Sibata 2005’an de li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat teqandin û tawanbarên teqînê jî endamên Hizbullahê ne."

EL-BEYAN: LIHEVKIRINA TIRKIYE-QETERÊ LI SER PIŞTEVANIYA MILÎSÊN LI LÎBYAYÊ

Der barê Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê peymana sêalî ji bo zêdekirina piştevaniya leşkerî ji milîsên wê re ragihand, dê di encamê de nakokî zêde bibin û derfetên vegera dan û standin û sepandina agirêbestê têk biçin."

Bi rasthatina serdana wezîrê Almanya Haiku Maas de, duh wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar û wezîrê Qeterê Xalid Etiye serdana Terablusê kir û wê serdanê gelek pirs çêkirin. Her wiha wezîrê karên derve yê Almanyayê Haiku Maas serdana Lîbyayê kiribû û dabû zanîn ku helwesta welatê wî eşkere ye û li gorî Konferansa Berlînê û DYA’yê ya pêwîstiya sepandina agirêbestê, ragihandina Sirteyê ya herêma bêçek, vekirina perav û avahiyên petrolê ye.

(fr)