Di salvegera dagirkirinê de azar û xewna vegera li Cerablusê

Bi dagirkirina dewleta Tirk a Cerablusê re aloziya Sûriyê girêktir bû. Bi hezaran şêniyên Cerablusê koçber bûn û li pêş çavên civaka navneteweyî Cerablus vegerî cihê sûcên kuştin, dizîn û guhartina demografiyê.

Di salvegera dagirkirinê de azar û xewna vegera li Cerablusê
18 tebax, 2020   07:48
KOBANÊ

Ji havîna 2013’an de mijara vegera koçberê ji Cerablusê yê bi navê Ehmed Mistefa Cadir hêviyek bû, lê belê ev veger "xewneke pêdiviya xwe bi berxwedana gel heye" da ku dewleta Tirk ji bajarê wî û xaka Sûriyê derxin.

Malbata Ehmed Mistefa Cadir (68) ji 2013’an de li bajarê Kobanê bi cih bûye, her wiha beşdarî xwepêşandanên li dijî rejîma Sûriyê û xwepêşandanên gel ên li Cerablusê bû.

Piştî berxwedana gel a şêniyên Cerablusê bi sedan çeteyan di bin ala Cebhet El-Nusra de di Hezîrana 2013’an de derbasî Cerablusê bûn. Di wê berxwedanê de malbata Cadir a ku gelek ciwanên wê bûne qurbanî, jê zarokên Ehmed Çadir; Zekî Cadir û Mistefa Cadir.

Piştî çete ketin Cerablusê, malbata Cadir koçberî Kobanê bû. Lê piştî wê DAIŞ heta destpêka 2015’an bajar dorpêç kir. Dûre YPG û YPJ’ê û komên ji Artêşa Azad jê jî hin ji malbata Cadir û hevrêyên wan hebûn, bajarê Kobanê rizgar kir.

Di heman demê de Cerbalus bû deriyê pêşwazîkirina bi hezaran çeteyên biyanî yên ji tevahî xaka Sûriyê û Iraqê û ala DAIŞ’ê bi piştevaniya dewleta Tirk hildan.

Di dema DAIŞ’ê li Cerablusê de, li dijî xizmên Ehmed Mistefa Cadir ên li Cerablusê, sûcên revandin û kuştinê pêk hatin. Her wiha mal, milk û erebeyên wan jî hatin desteserkirin, li rex wê jî 2 şervanên malbatê di şerê li Kobanê de şehîd bûbûn.

Ehmed û malbata xwe piştî rizgarkirina Kobanê hedefa rizgarkirina Cerablusê danî pêşiya xwe, her wiha ferdên malbata wî beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Girê Spî û operasyona leşkerî ya mezin a Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya rizgarkirina Minbicê jî bûn.

Di 15’ê Tebaxa 2016’an de Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî QSD’ê rizgarkirina tevahî herêma Minbicê ji DAIŞ’ê ragihand, lê kêleka wê jî Meclisa Leşkerî ya Cerablusê ya nû hatiye avakirin, amadekariyên rizgarkirina Cerablusê ji DAIŞ’ê bi dawî kirin.

Di roja dîtir de, dewleta Tirk ragihand dê bi rêya êrişa leşkerî ya bi navê "Dîr El-Firat" derbasî xaka Sûriyê bibe, bi wê re jî DAIŞ’ê bajar radestî artêşa Tirk kir. Dûre dewleta Tirk ragihand ku derbasî yekemîn bajarê Sûriyê bûye û di Tebaxa 2016’an de dagir kir.

Piştî dagirkirina bajêr, bilindbûna kiryar û sûcên li dijî sivîlan, bi sedan malbat ji Cerablusê ber bi bajarên Minbic û Kobanê ve koçber bûn.

Di dema kurê Ehmed Cadir, Abdusetar Cadir Meclisa Leşkerî ya Cerabsluê ragihandiye de ku tê de "ketîbeya Firat Cerablus a Cewadira, ketîbeya Ehrar Cerablus û kîtebeyên Siqûr Cerablus" hene, piştî wê Abdusetar Cadir bi destê sîxurên MÎT’a Tirk hat suîqastkirin.

Malbata Cadir ragihand ku 37 ferdên wê bi destê dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ’ê û beriya wê jî di şerê parastina bajêr de bûn qurbanî.

Ehmed Cadir got 4 kurên wî di şerê li dijî dewleta Tirk û komên wê yên terorîst de şehîd bûne. Her wiha da zanîn ku ew amade ye çeka kurê xwe Abdusetar Cadir hilde û di oxira rizgarkirina bajarê xwe yê ku ji 7 salan de nedîtiye, canê xwe bike qurbanî.

Li aliyekî din jî rêxistinên mirovî û hiqûqî li gel belgeyên biwêne û dîmen bi dirêjahiya 4 salan, sûcên guhartina demografî, kuştin, wêrankirina cihên dîrokî û pîroz belge kirine.

(fr)

ANHA