Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi Koronavrîusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 14 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi Koronavrîusê ketin
18 tebax, 2020   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 14 kesên din bi Koronavîrusê ketine di nav de 8 mêr û 6 jin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ragihand ku daneyên Koronavîrusê yên nû li herêmê wiha ne:

8 li Qamişlo

3 li Dêrikê

2 li Amûdê

1 li Kobanê

Mistefa destnîşan kir ku du nexweşên din baş bûne, bi vê yekê hejmara nexweşên ku ji pandemiyê baş bûne gihaşt 28 kesan.

Li gorî daneyên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 219 kes bi Koronavîrusê ketine, 15 nexweş baş bûne û nexweşek jiyana xwe ji dest daye.

(şx)

ANHA