Hemîd El-Ebid: Bêdengiya hikumeta Sûriyê û Rûsyayê destdirêjiyên Tirkiyê zêde dike

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bêdengiya hikumeta Sûriyê û deweta “garantör” Rûsya ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên sivîlan, şermezar kir û got: "Binpêkirinên Tirkiyê li herêmê bi destûra civaka navnetewî pêk tên."

Hemîd El-Ebid: Bêdengiya hikumeta Sûriyê û Rûsyayê destdirêjiyên Tirkiyê zêde dike
18 tebax, 2020   01:09
EYN ÎSA

Têkildarî êrişên rojane yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên gundewarên Girê Spî ya dagirkirî, ANHA’yê hevpeyvînek bi hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid re çêkir.

El-Ebid di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de yekser êrişî gundên sivîlan ên li gundewarên rojava û başûrê Girê Spî, dike. Ev êriş li pêşberî çavê hikumeta Sûriyê û Rûsyaya “garantor” pêk tên. Tevî ku herdu aliyên navborî li wan herêman in û Rûsya çavdêriya hevpeymana agirbestê ya li herêmê dike jî, lê belê li hemberî  êrişan bêdeng in."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawîn de êrişên xwe yên li ser  gundên Girê Spî, El-Selîb, Ebdo Koy zêde kir û derdora navçeya Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û piştî wê hêzên hikumeta Sûriyê li dirêjahiya xetên şer ên dewleta Tirk li Girê Spî û Serêkaniyê dagirkirine, belav bû.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bal kişand ser girîngiya helwestdayîna hikumeta Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gundên Girê Spî û got: “Ev gund gundên Sûriyê ne û ji erka hikumetê ye ku bersiva destdirêjiyên li ser  xaka welat bike.”

El- Ebid destnîşan kir ku Rûsyaya “ganator” beriya niha soza bersivdayîna êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê da û wiha pêde çû: “Lê heta niha Rûsyayê tu bersiv nedaye. Berovajî wê tevî ku Rûsya rêya M4 wekî rêyeke ewle ragihand jî, hîna jî binpêkirin û destdirêjî li ser rêya navdewletî pêk tên.”

Artêşa Tirk a dagirker bi roj sivîl û ajokarên li ser rêya M4 dike hedef. Hejmareke sivîlan bi sekvanên li nuqteyên Tirkiyê yên li hemberî gundê Hoşan ê navçeya Eyn Îsayê, birîndar bûn. Rûsya li hemberî van binpêkirinan bêdeng e.

Hemîd El-Ebid bal kişand ser bêdengiya navnetewî ya li hember êrişên dewleta dagirker û wiha got: “Bêdengiya navneteweyî li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê yên li herêmê û li hin welatên Ereban wekî Lîbya û Iraqê, wekî çireyeke kesk e. Ev bêdengî binpêkirinên Tirkiyê yên li welatên cîran zêdetir dike. Tirkiye bi vê yekê hemû biryar û pîvanên navnetewî û serweriya dewletên cîran bin pê dike."

Hemîd El-Ebid bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên sivîlan û sûcên li herêmên Efrîn, Cerablus û Girê Spî yên dagirkirî bêdeng nemîne.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de gelek sûcên wekî  revandin, xwestina fidiyeyê, girtina sivîlan û jinan, talankirina milkên wan û gelek binpêkirinên din pêk tên. Tevî ku gelek sûc hatibûn belgekirin jî, lê belê rêxistinên sivîl tenê hin daxuyaniyên şermok didin.

 (eh)

ANHA