Lubnan..eniyeke Misirî ya bi desteka Fransa û Siûdiyê li dijî Tirkiyê ye

Li gel mêtirsiyên ji destwerdana Tirkiyê, hin nîşaneyên destwerdaneke Misirî ya bi hêz li qada Lubnanê û piştgiriyeke siyasî, aborî û ewlehiyê ya bi destekdayîna Erebistana Siûdî xuya dikin.

Lubnan..eniyeke Misirî ya bi desteka Fransa û Siûdiyê li dijî Tirkiyê ye
18 tebax, 2020   03:23
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Piştî teqîna perava Beyrûtê, yekser piştgiriya siyasî ya navnetewî û herêmî derket holê. Berpirsên payebilind ên biyanî û Ereb wekî serokê Fransayê Emmanuel Macron, wezîrên derve yên Misirê, Almanya û Îranê, sekerterê giştî yê Komkara Erebî û cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê li Rojhilata Navîn David Hale û hwd.. serdana Beyrûtê kirin. Lê belê behsa biryareke dewletên mezin a li ser dûrxistina Lubnanê di dema niha de ji qada şer, tê kirin. Heta ku çareseriyeke li ser lihevkirî ji rewşa Lubnanê û tevahî herêmê re bê dîtin.

Aliyên ku rewşa Lubnanê dişopînin, pêşketina rola Misirê li Lubnanê pêşbîn dikin, ku Misir ji hemû hêz û tevgerên din ên siyasî zêdetir tê qebûlkirin. Dê ew yek li ser hesabê rola Tirkiyê pêk bê. Lê belê dê rola Misirê û dewletên Ereban berfirehtir û bi bandortir be.

Di vê der barê de, wezîrê derve yê Misirê Samih Şukirî serdana Beyrûtê kir û bi rayedarên Lubnanê re hevdîtin kir. Şukrî sersaxî da malbatên qurbaniyan û tevî nakokiyên welatê wî bi Tirkiyê re yên girêdayî rewşa Lîbyayê û şerê bi Ethiyopyayê re yê ji ber bendava Nehdayê,  alîkarî pêşkêşî gelê Lubnanê kir. Ji beriya çend salan ve, Qahîre û gelek paytextên din ên Erebî dibînin ku "belavbûna Îranê" li ser Ereban xeteriyê çêdike. Lê belê hin welatên Ereban vê rewşê qebûl dikin, hinek jî li dijî wê derdikevin. Samih Şukrî di serdana xwe de, avakirina pirên alîkariyan û pirên siyasî armanc dike. Dê Qahîre ne tenê alîkariyan pêşkêş bike, lê belê dê ji ber pisportiya xwe di aliyê peravan, eleketrîkê û ji nûve avakirinê de demeke dirêjtir bimîne. Her wiha dê beşdarî lêpirsîna teqîna peravê bibe.

Li hemberî metirsiyên ji belavbûna Îranê li herêmê, agahiyên heyî îşaretê bi fikarên Fransa û dewletên Ereban ên ji pêşketina rola Tirkiyê li Lubnanê û herêmê dikin. Nexasim li bakurê Lubnanê û bakurê Sûriyê û berfirehbûna li deryaya Spî. Demeke dirêj e ku rola Misrê û Siûdiyê di alozî û dozên Erebî û herêmê û di nav de doza Lubnanê de, qels bûye.

Agahî destnîşan dikin ku. Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî re axiviye, da ku yekser destwerdanê li Lubnanê bike û rola dîrokî ya Misirê di çareserkirina aloziyên Erebî de vegerîne. Her wiha rola Siûdiyê jî li Lubnanê dîrokî û erênî ye, lê belê ji ber helwesta Siûdiyê ji "Hizbullah" û Îranê neyênî bûye. Li ser şîreta Macron, piştî teqînê serokê Misirê Sîsî werzîrê derve Samih Şukirî şand Lubnanê û alîkariyên mirovî û tenduristiyê pêşkêşî gelê Lubnanê kir.

Li gel zêdebûna nakokiyên di navbera Enqera û Parîsê de, şerê daxuyaniyan di navbera serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan û serokê Fransayê Emmanuel Macron de dest pê kir. Lê belê vê carê girêdayî rewşa Lubnanê bûn. Erdogan diyar kir ku "armancên mêtîngeriyê" yên Macron li Lubnanê hene û serdana wî ya dawî ji Beyrûtê re bi "pêşandanê" bi nav kir. Her wiha daxuyand ku welatê wî li ser esasê biratiya bi gelê Lubnanê re, destwerdana Lubnanê dike. Serokkomarê Tirk wiha domand: "Macron û tîma xwe dixwazin sîstema mêtîngeriyê vegerînin Lubnanê. Lê belê em girîngiyê nadin kişandina wêneyên me û pêşandanên li ser ekranan."

Daxuyaniyên Erdogan di demekê de ku rageşiya di navbera Tirkiyê û Fransayê de ji ber nelihevhatina berjewendiyên wan li Lîbya û rojhilatê deryaya Spî zêde dibin, tên. Hemwextî pêşwaziya mezin a gel û şopandina dezgehên çapemeniyê ji serdana Macron a ji Beyrûtê re, ku piştî teqîna perava Beyrûtê ya 4`ê Tebaxê pêk hat.

Li ser wê yekê, piştî derketina serokê Fransa ji Lubnanê yekser Erdogan cîgirê xwe Fûad Oktay tevî wezîrê derve Mewlûd Çawîş Uglo û hejmareke rayedaran şand Beyrûtê. Erdogan xwest ku Tirkiyê wekî parêzvanê Misilmanên Sunnî nîşan bide û bi Fransaya ku parastina Xiristyanan dike re, hevsengiyê çêbike.

Çavkaniyên siyasî ku tevgera Tirkiyê li Lubnanê dişopînin, dibînin ku Enqere di dema niha de li gel aloziya kûr a Hizbullahê, hewl dide ku valahiya Erebî li Lubnanê dagire. Çavkanî her wiha piştrast dikin ku Tirkiyê xwedî hebûneke manewî li Lubnanê ye, lê belê ev yek nayê wateya ku Misilmanên Sunnî alîgirên Tirkiyê ne.

(cx)