​​​​​​​Li Sûriyê hejmara nexweşên Covid-19 bû 1764

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku li Sûriyê, 87 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketin û 4 jî mirin.

​​​​​​​Li Sûriyê hejmara nexweşên Covid-19 bû 1764
17 tebax, 2020   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê got, li Sûriyê 87 kesên bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket hezar û 764'an.

Li gorî wezaretê li Sûriyê 4 kesên din ji ber vîrusê mirine. Hejmara miriyan jî bû 68'an.