Tirkiyê û Qeter derbarê Lîbyayê de lihev kirin

Di tevgereke nû de ku şerê li Lîbyayê de gûr bike, hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê ya ku desteka xwe ji Enqereyê digire ragihand ku ji bo xurtkirina desteka leşkerî peymaneke sê alî pêk hat.

Tirkiyê û Qeter derbarê Lîbyayê de lihev kirin
17 tebax, 2020   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Qeterê Xalid Bin Mihemed El-Etiya û wezîrê parastinê yê Tirkiyê Helûsî Akar îro serdana paytexta Lîbya Terablusê kirin û hevdîtin bi  wekîlê Wezîrê Parastinê yê hikumeta Wîfaqê Selahedîn El-Nemrûş re kirin.

El-Nemrûş got: "Lihevkirina avakirina tevgeriyê sêalî di navbera Terablus, Qeter û Tirkiyê de de pêk hat, da ku asta xebata saziyên leşkerî yên hikumeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayiz El-Serac xurt bike."

Hersê aliyan li ser şandina şêwirmendên leşkerî yên Qeterê ji bo Lîbyayê lihev kirin da ku leşkerên hikumeta Wîfaqê perwerde bikin.

Li aliyekî din, berpirsekî Wîfaqê got: "Me li ser vê li hev kir ku diyaloga siyasî çareseriya tekane ji aloziya Lîbyayê re ye û pêwîste destek ji vê xetê re were kirin ku karibe îstîqrara li welat xurt bike."

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas îro gihaşt Terablusê û got ew ji ber aramiya xapînok a li Lîbyayê xemgîn e. Ji ber ku heta niha jî çek derbasî Lîbyayê tên kirin.

Maas eşkere kir ku ew ê mijara berdewamkirina derbasbûna çekan û avakirina herêmeke bêçek li dora bajarê Sirteyê bi serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac re nîqaş bike.