Artêşa Tirk li Eyn Îsayê du sivîl birîndar kirin

Di dombebarana balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên rojavayê navçeya Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk li Eyn Îsayê du sivîl birîndar kirin
17 tebax, 2020   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, vê êvarê bi obusan û balafireke bê mirov a bi çek êriş gundên Ebû Sira û Dibis û derdora rêya M4 ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê kirin.

Di êrişa bi balafirê de, du sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin navendên tenduristiyê yên navçeyê.

Topbarana li ser cihên navborî berdewam in.

ANHA