Miduriyeta Avê: Eger xwediyên sarincên avê nirx bilind kirin, gilî bikin

Hevseroka Mûdîriyeta Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed bang li şêniyan kir ku heke xwediyên sarincên avê, nirxê firotina avê bilind bikin, giliyê li Mûdîriyeta Zimhêrê bikin.

Miduriyeta Avê: Eger xwediyên sarincên avê nirx bilind kirin, gilî bikin
Miduriyeta Avê: Eger xwediyên sarincên avê nirx bilind kirin, gilî bikin
Miduriyeta Avê: Eger xwediyên sarincên avê nirx bilind kirin, gilî bikin
Miduriyeta Avê: Eger xwediyên sarincên avê nirx bilind kirin, gilî bikin
Miduriyeta Avê: Eger xwediyên sarincên avê nirx bilind kirin, gilî bikin
17 tebax, 2020   16:23
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM –COZA ÎBRAHÎM

Ji destpêka dagirkirina bajarê Serêkaniyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê caran 8 ava stasyona Elokê li ser kantona Hesekê qut kiriye. 

Ev zêdeyî 15 roj in av li ser bajar, navçe û gundewarên Hesekê hatiye qutkirin.

Şênî ji ber buhabûna ava sahrîcan gazincan dikin ku buhayê 5 bermîlan dighêje 7 hezar lîreyên Sûriyê.

Elî Beşar ê ji taxa Mişêrfê dibêje: "Ji ber krîza avê em gelek bi gazinc in. Piraniya şêniyan bîrên wan tunene ji bo ku herî kêm pêwîstiyên xwe yên malê bi cih bînin. Pirsgirêka herî mezin xwendiyên sarican in, ku bi buhayê bilind avê difroşin şêniyan."

Beşar bang li Rêveberiya Xweser û aliyên têkildar kir ku di demeke lezgîn de vê pirsgirêkê çareser bike.

Hemed Hemê yê ji taxa Xişman a bajarê Hesekê ev tişt diyar kir "Bi tayber di havînî de, azarên şêniyên ji ber qutkirina avê zêde dibin. Xwediyên sarican kesybaziyê dikin ku buhayê 5 bermîl av bi 7 hezar lîreyên Sûriyê difroşin. Banga me ew e ku avê bi rêya sahrîcan ji şêniyan re peyda bikin û buhayê ava sarican kontrol bikin."

Hevseroka Mûdîriyeta Avê ya Kantona Hesekê ji ANHA'yê re axivî û têkildarî giliyên şêniyan got: "Stasyona Elok stasyoneke aktîv e, nabe di bin qanûn û zextên siyasî de were bikaranîn. Lê stasyon di bin serweriya dagirkeran de ye û wekî kaxezeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser tê bikaranîn da ku serkeftinên wê têk bibin."

Sozdar Ehmed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji qutkirina avê li ser milyon kesî, zextê li şêniyan bike da ku wan koçber bibin.

Sozdar diyar kir ku wan rewşa awarte li bajarê ragihandine, Rêveberiya Xweser hemû sarincên avê yên li herêmê şandine bajarê Hesekê da ku bi rêya komîn û meclisan pê bere li şêniyan belav bike. Her wiha got, hin rêxistinên navdewletî di vî warê de din alîkar.

Sozdar Ehmed bang li şêniyên kir ku derbarê bilindkirina ava sahrîcan, li Mûdîriyeta Zimhêrê gilî bikin û têkildarî stasyona Himayê got: "Heta niha 5 bîr hatin haziririn. Em dixebitin da ku di demeke nêzik de bîrên din hazir bikin."

Sozdar Ehmed destnîşan kir ku wan ji hêzên Rûsya û rêxistinên navdewletî xwestine mudaxele bikin da ku stasyon were şixulandin lê heta niha lihevkirin çênebûn.

ANHA