Heiko Maas: Li Lîbyayê aramiyeke xapînok heye

Piştî ku wezîrên parastinê yên Qeter û dewleta Tirk gihaştin Lîbyayê, wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas gihaşt Terablusê û got ew ji ber aramiya xapînok a li Lîbyayê xemgîn e. Ji ber ku heta niha jî çek derbasî Lîbyayê tên kirin.

Heiko Maas: Li Lîbyayê aramiyeke xapînok heye
17 tebax, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Maas got: “Niha li Lîbyayê aramiyeke xapînok heye. Nexasim ku her du alî li ser asteke fireh welêt bi çek dikin.”

Maas destnîşan kir ku welatê wî bi Konferansa Berlînê ya ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê ve girêdayî ye. Maas eşkere kir ku ew ê mijara berdewamkirina derbasbûna çekan û avakirina herêmeke bêçek li dora bajarê Sirteyê bi serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac re nîqaş bike.

Beriya ku Maas bigihêje Lîbyayê, wezîrê parastinê yê Qeterê Xalid Atiye û yê dewleta Tirk Hulusî Akar jî gihaştin balafiregeha Maitîqayê. Ruxmî bangewaziyên navdewletî jî dewleta Tirk komên çeteyan û çekan dişîne Lîbyayê.

(şx)