SOHR: Erebeyeke artêşa Tirk li ser rêya Laziqiye-Helebê hate hedefgirtin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku erebeyeke artêşa Tirk di dema dewriyeyeke hevbeş bi hêzên Rûsyayê re li ser rêya Laziqiye-Helebê hate hedefgitin.

SOHR: Erebeyeke artêşa Tirk li ser rêya Laziqiye-Helebê hate hedefgirtin
17 tebax, 2020   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê da xuyakirin ku îro dewleta Tirk û Rûsyayê dewriyeyek hevpar li ser rêya Lazîqiye-Helebê meşand.

Dewriye ji gundê Eyn Hor ê bakurê gundewarên Laziqiyê dest pê kir û berê xwe da gundê Tarnaba yê rojhilatê Idlibê.

Li gorî SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, erebeyeke dewleta Tirk bi çeka RPG hate hedefgirtin. Lê tu agahiyên girêdayî ziyanan nehatin bidestxistin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê beriya çend rojan dabû xuyakirin ku Moskov ji ber şantajên komên çeteyan wê dewriyeyên hevbeş ên bi dewleta Tirk re li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya M4 a li parêzgeha Idlibê rawestandine.

Berdevka Wezareta Karên Derve Marîa Zaxarova got çekdaran êrişên xwe yên li dijî nuqteyên hêzên Sûriyê zêde kirine û şantejên xwe li dijî korîdora ewlehiyê li dirêjahiya rêya M4 berdewam dikin. Marîa Zaxarova da zanîn ku welatê wê ji ber vê yekê dewriyeyên hevbeş ên bi dewleta Tirk re dane rawestandin.

(eh)