Gelo "Peymana Aştiyê" hevgirtineke li dijî Îranê ye yan jî xelatek ji bo Trump û Netanyahu ye?

Li gorî çavdêran du armancên Peymana Aştiyê ya di navbera Îmarat û Îsraîlê de hene. Ya yekê şansên hilbijartinan Benjamin Netanyahu û Donald Trump di hilbijratinan de xurt bike û ya din koalîsyonekê (hevalbendî) li dijî Îranê were avakirin.

Gelo "Peymana Aştiyê" hevgirtineke li dijî Îranê ye yan jî xelatek ji bo Trump û Netanyahu ye?
17 tebax, 2020   06:14
XEZA-UMER MÛSA

Serokê Amerîkayê Doland Trump, şeva pêncşemê di saetên êvarê de ji nişkêve ragihand ku bi sponseriya Amerîkayê, Îmarat û Îsraîl peyameke aştiyê îmze kirine.Trump ev peyman bi "Dîrokî" bi nav kir.

Filistîniyan nerazîbûn nîşanî peymanê dan û komên cuda ên Filistînê daxuyaniyên şermezarkirinê dan û peyman wekî "xencerek li pişta gelê Filistînê"  bi nav kirin. Li Qudis û Xezayê jî welatiyên Filistînê li dijî peymanê xwepêşandanên protestoyî li dar xistin û diruşmeyên rabûna serhildanê û şermezarkirina peymanê bilind kirin.

ÎMARAT JI TRUMP Û NETANYAHU RE XIZMETEK E

Ev peyman hewldaneke ji bo ku şansa Netanyahu û Trump di hilbijartînên bê yên li Amerîka û Îsraîlê de zêde dike, nemaze ku hedu jî di nava zehmetî û aloziyan de ne.

Li gorî raporên Amerîkayê, derfetên Trump li hember Jae Baydin di hilbijartinan de hêdî hêdî kêm dibin. Trump tevî pirhewildanên xwe jî girîngiya xwe ya di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de winda kiriye. Ji ber vê yekê vê peymanê  ji bo xwe wekî serkeftinekê dibîne û buyereke dîrokî bi nav dike. Ev jî dide diyarkirin ku Trump dixwaza vê pêngavê ji bo xwe bikar bîne û di hundir de şanseke bû bi dest bixe.

Li gorî hin sînaryoyên din ; Îsraîlê ji Amerîkayê daxwaz kiriye ku vê peymanê bi Îmaratê re pêk bê. Ji ber ku Amerîka ji binketina Trump di hilbijartinên bê de ditirse û dixwaze sûdê ji serdema rêveberiya wî bigire.

Li aliyekî din, li dijî Netanyahu tewanên gendeliyê, sdema aloziyên hikûmetê û xwepêşandanên rojane hene. Lewra girêdana gel a pêve kêm bûye û daxwaza dûrxistina wî ji hikûmeta Îsraîlê tê kirin. Sedema ku Netanyahu dixwaze derve bi aliyê xwe ve bikişîne û ji nû ve gel li dora xwe kom bike ew e  ku  bikaribe li hember zextên dadgehkirinê, zextên gel û zextên siyasî bisekine. Ji ber ku piştî  biryar hat girtin ku di çileya bê de bi rêjeya ji heftê sê caran were darizandin, pêşeroja wî ya siyasî û şexsî xistiye nava xeteriyekê.

Di nêrîna Îsraîlê ev peyman xizmeteke bê berdêl e, ku li gorî wê Îsraîlê neçar nake ku tawîzan bide filistîniyan, di heman demê de li gorî mentiqê Îsraîlê peyman a aştiyê ye ne lewazbûn an aloziya wê ye.

Peymana behsa mijarê li gorî ku hatiye mohrkirin, ji bo Îsraîlê tê wateya aştiyê yê, dê bê berdêl be yan jî Îsraîl êdî ji dewletên Ereb û Filistînê re tu tawîzan pêşkêş nake. Rastgirê Îsraîlê hewl dide îsbat bike ku ew li ser vê bingehê(aştiya bê berdêl) Îsraîlê bi rê ve dibe. Ji lewre Netanyahu ev lihevkirin pîroz kir.

Li gorî ku Îmaratê belav kiriye, peyman li ser bingehê sê bendan hate îmzekirin; rawestandina biryara îlhaqê, misogeriya dabeşkirina her du dewletan li gorî biryara Komkara Erebî û civaka navdewletî, afirandina derfetên nû ji bo aştiyê, xurtkirina ewlehiya Urdin û lezbûna geşkirin û pêşxitsinê ye.

Her wiha gelek mijarên din di vê lihevkirinê de hatin bibîrxistin, jê xurtkirina tevgera turîzmê, bazirganî, hevkariya tendurustî, ewlehiya xwarin û avê, guhertina hawîrdorê, tekenolojî, enerjî, peveguhastina çand û perwerdehiyê, serdana li ser asta wezeratan, avakirina balyozxaneyan, destpêkirina ejîndeyên stratejîk li Rojhilata Navîn ku di encamê de hevkariya dîplomatîk, bazirganî û ewlehî di navbera her du aliyan de xurt bibe.

LIHEVKIRIN LI BERAMBERÎ BETALKIRINA PLANA TEVLÎKIRINA DÎFAYÊ YE?

Berovajî ku Îmarat ragihandiye ku peyman li ser bingehê betalkirina plana tevlîkirina Dîfaya Xerbî ye. Di dema îmzekirina peymanê de Netanyahu got: “Plana tevlîkirina Difayay ji bo Îsraîlê betal nebûye. Peyman tenê bandorê lê dike, ji ber ku di vê pêvajoyê de ev ne ji xalên sereke yên serokê Amerîkayê di vê pêvajoyê de destnîşan kirine.”

Li gorî raporên Îsraîlê, plana tevlîkirinê ne di nava peymanê de bû. Ew hîna di nava plana hikûmetê de ye.

Çavdêr destnîşan dikin ku Netanyahu bi rêya plana tevlîkirinê dixwest dengên Îsraîlê di hilbijratinên bê de bi dest bixe. Lê ji ber ku rêveberiya Amerîkayê ew plan di vê pêvajoyê de erê nekir, hewldana Netanyahu bi bin ket. Ji lewre peymana Îsraîl û Îmaratê wek tawîzeke demkî ji hêla Amerîkayê ve hat, heta ku rewşên hundirîn ên DYA`yê aram bibin.

KOALÎSYONEK LI DIJÎ ÎRANÊ

Hinek çavdêrên din dibînin ku armanca sereke ya peymanê avakirina Koalîsyoneke li dijî Îranê ye.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî têkildarî peymanê gotibû, Îmarat bi îmzekirina peymanê, şaştiyeke mezin kir û Îmaratê hişyar kir ku derfetê nede Îsraîlê. Ji ber ku dê bi demê re hesabên me werin guhertin.

Ruhanî destnîşan kir ku Îmarat ji dewletên herêmê û cîhana îslamî re xwe kir dijmin û bû dostê siyonîstan. Ruhanî wiha domand: “Heger bawer dikin ku bi dostaniya bi Amerîka û dijminên Îranê re dê ewlehiyê ji wan re peyda bikin, ew şaş in.”

DEWLETIN DIN ÊN EREB LI SER RÊYA AŞTIYÊ BI ÎSRAÎLÊ RE NE

Piştî lihevkirinê şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner got: “Ihtîmaleke mezin heye ku Îsraîl û dewleteke din a Ereb, li ser şopa Îmaratê bi Îsraîlê re li hev bike.”

Di heman demê de li gorî pêşbîniyên çavkaniyên Îsraîlê, Behreyn dewleta yekemîn e ku ev peyman pîroz kiriye, dê piştî Îmaratê têkiliya xwe bi Îsraîlê re xurt bike, dibe ku Uman, Sûdan û Erabistana Siûdî jî bin. Li aliyekî din şêwirmendê Trump ê ewlehiya neteweyî Robert O Brien got ihtîmal heye ku gelek lihevkirinên mîna vê di navbera Îsraîl û dewletên Ereb de pêk werin.

Li gorî pêşbîniyên din, lêkolînerên siyasî destnîşan dikin ku, dibe Erebistana Siûdî lihevkirina aştiyê bi Îsraîlê re îmze bike. Guman hene ku peymana Îmarat û Îsraîlê bi sponseriya Erebistana Siûdî û DYA`yê pêk hatiye.

ANHA