Kampa Girê Spî tedbîrên xweparastina ji COVID-19 zêdetir kirin

Di çarçoveya xweparastina ji Kononavîrusê rêveberiya kampa Girê Spî gelek tedbîr girtin, di heman demê de rêveberiyê diyar kir ku ew ê ji bo kesên bi guman konekî vegirin.

Kampa Girê Spî tedbîrên xweparastina ji COVID-19 zêdetir kirin
Kampa Girê Spî tedbîrên xweparastina ji COVID-19 zêdetir kirin
Kampa Girê Spî tedbîrên xweparastina ji COVID-19 zêdetir kirin
Kampa Girê Spî tedbîrên xweparastina ji COVID-19 zêdetir kirin
17 tebax, 2020   05:37
EYN ÎSA

Ji destpêka Desteya Tenduristiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmên Rêveberiya Xweser nexweşiya Koronavîrusê berbelav bûye, li hin herêmên xwe qedexeya derketina derve ragihand. Rêveberiya kampa Girê Spî jî tedbîrên pêwîst girt û hewl dide belavbûna vîrûsê li kampê asteng bike.

Dewleta Tirk 9`ê Cotmeha 2019’an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarê Girê Spî dagir kir. Ji ber dagirkeriyê 3 hezar  531 koçberên ji Girê Spî û gundewarên navçeya Eyn Îsayê berê xwe dan kampa Girê Spî û li wir bi cih bûn.

Rêveberiya kampê ji ber astengkirina Koronavîrûsê çûn û hatina li kampê qedexe kir û tenê dema pêwîstî pê hebe şênî derdikevin.

Li gel vê yekê dema kesek derbasî kampê dibe, li nuqteya têketinê xwe dezenfekte dike û paşê derbasî kampê dibe.

Têkildarî mijarê rêveberê kampa koçberan a Girê Spî Elî Neda da zanîn ku wan bi hevkariya navenda tenduristiyê û hêzên ewlehiya hûndirîn gelek tedbîr girtine, hewl didin şêniyên li kampê bi vîrusê nekevin û kesên pêketibin jî derbasî kampê nebin.

Rêveberiya kampê ji bo kesên guman bi wan heye ku bi vîrusê ketine, konekî taybet veqetandiye.

Elî Neda got ku niha konekî nêzî kampê û ji 30 textan pêk tê amade dikin û dê tê de kesên bi guman derman bikin.

Elî Neda di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku di vê qonaxa awarte de destekê bidin kampan.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku heta niha 182 bi vîrusê ketine, deh mirine û 17 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA